Hevdîtinên ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan dewam dikin

Înisiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê hevdîtinên xwe yên li gel partiyên siyasî ku di 14’ê Gulanê de dabûn destpêkirin, didomîne.

Hevdîtinên ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan dewam dikin
Hevdîtinên ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan dewam dikin
Hevdîtinên ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan dewam dikin
Hevdîtinên ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan dewam dikin
Hevdîtinên ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan dewam dikin
20 gulan, 2024   16:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Ferzende Mûnzûr û endamên însiyatîfê Fûad Çolî û Gulîstan Hîbo, di çarçoveya hevdîtinên xwe de îro serdana Partiya Guhertina Demokrat a Kurdistanê, Partiya Çepgir a Şoreşgerî, Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (Partî) û Partiya Muhafizekaran kir.

Endamên însiyatîfê di serî de çûn serdana Partiya Guhertin a Demokrat a Kurdistanê. Hevserokê partiyê Kamîran Hisên diyar kir ku ew tevlêbûna xwe ya li pêngava cîhanê dewam dikin. Hisên pêşniyar kir ku zexta siyasî û dîplomatîk divê zêde bibin.

Dûre şandeyê serdana Navenda Partiya Çepgir a Şoreşgerî kir. Hevserokên partiyê Elî Îsa û Ayla Îsa şande pêşwaz kir.

Elî Îsa bal kişand ser helwesta sabit a partiyê ji dema damezirandina wê ve û got helwesta partiyê der barê rewşa Rêber Abdullah Ocalan de sabit e û divê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.

Her wiha şandeyê serdana Navenda Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Partî) kir. Şande bi sekreterê partiyê Nesredîn Îbrahîm re civiya.

Îbrahîm siyasetên dewleta Tirk û tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û got: "Rêber Abdullah Ocalan azadiya gelê bindest û çareserkirina doza Kurd û Tirkiyeyê xwest."

Serokê Partiya Muhafizkeran Ekrem Mehşûş jî di serdana şandeyê de got ew li dijî tecrîdê ne û siyasetên dewleta Tirk şermezar kirin.

(fr)

ANHA