Siyasetmedar: Şam ji tirsa têkçûna desthilata xwe ji peymana 10`ê Adarê direve

Siyasetmedaran destnîşan kir ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê pêkanîna peymana 10`ê Adarê, ji ber zextên derve û tirsa pêkanîna nenavendîbûnê dereng dixe. Siaysetmedaran diyar kir ku peyman derfeteke mezin e ji bo çareseriyeke siyasî ya berfireh li Sûriyeyê.

Siyasetmedar: Şam ji tirsa têkçûna desthilata xwe ji peymana 10`ê Adarê direve
3 kanûn, 2025   05:50
HESEKE
BILIND HACÎ

Siyasetmedar û çalakvanên civakî der barê Peymana 10`ê Adarê û sedemên drengxistina pêkanîna wê ji ajansa me re axivîn. 

Endama nivîsgeha têkiliyan a Partiya Demokrat a Kesk, Şêrîn Ebas diyar kir ku pêkanîna peymanê "ji ber çend egeran, ji hêla hikûmetê ve tê dereng xitin, yek ji wan destwerdana dewleta Tirkiyê di biryarên hikumeta veguhêz de ye.”

Şêrîn Ebas wiha lê zêde kir: "Hikûmeta veguhêz hewl dide ku pêkanîna peymanê ji ber du sedeman rawestîne; ya yekem, ji bo ku xwe ji civaka navneteweyî re îspat bike, û ya duyem, ji bo qezenckirina demê da ku naveroka şoreşê têk bibe."

Nûnerê eşîra El Sada El Şêxan Fehed El Şêxan got: "Peymana 10`ê Adarê ji bo welat derfetek girîng e ku ber bi qonaxek erênî ve biçe, lê mixabin, hikûmeta veguhêz ya li Şamê ji ber sedemên navxweyî û derve, bi taybet ji ber destwerdana derve, pêkanîna wê dereng dixe. "

El Şêxan got: “Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ditirse ku desthilatdariya wê têk biçe, ku ev desthilatdarî li ser nêzîkatiyek pir dişibihe ya Partiya Baasê hatiye avakirin, ku dixwaze bi desthilata navendî hemû hêz û rêveberiyan bixe bin kontrola xwe. Lê berevahî vê sistema nenavendî vebijarka herî guncaw e ji bo Sûriyeyê ji ber cihêrengiya wê ya etnîk, neteweyî û olî."

Endama Meclisa Civakî ya Ermenî Sîvan Îbo got peymana 10`ê Adarê "rasterast bandorê li ser pêvajoya diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hikumeta veguhêz de dike" û destnîşan kir ku "piştî peymanê, me dît hikumeta veguhêz ji peymanê direve, ji ber ku ew ji daxwazên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ditirse. "

Sîvan Îbo got: "Tirsa hikumetê ji wê yekî ye ku desthilatdariya xwe ya navendî winda bike, beramber pergala ku ji hêla Rêveberiya Xweser ve hatiye pêşniyarkirin ku ew pergal, ji bo tevahiya Sûriyeyê pêşketineke demokratîk e.”

(k)

ANHA