‘Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo rêya ber bi çareseriyeke demokratîk ve ye’

Şêniyên bajarê Girkê Legê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got azadiya wî ya fîzîkî rêya ber bi çareseriyeke demokratîk a giştî ve ye.

‘Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo rêya ber bi çareseriyeke demokratîk ve ye’
3 kanûn, 2025   05:15
ROHAT XELEF
QAMIŞLO

Şêniyên bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan da û got israra li ser tecrîdê helwesteke siyasî ya li dijî îradeya gelan e.

Îbrahîm Elî diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ne tenê astengkirina azadiyê ye, lê belê projeya çareseriya demokratîk dike armanc.

Elî got: "Ev vê nêzîkatiya dermirovî red dikin. Em daxwaza rakirina tecrîdê dikin. Azadiya Rêbertî ne tenê daxwazeke siyasî ye, lê belê pêdiviyeke mirovî ji hemû kesên ku bi mafê gelan ê diyarkirina çarenûsa xwe bawer in re ye."

Îbrahîm Elî diyar kir ku hevdîtina rasterast bi Rêber Abdullah Ocalan re daxwazeke esasî ye, ji ber ku ji bo tevahî gelekî semboleke fikirî ye û rakirina tecrîdê û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî pêdiviyeke û rêya ber bi çareseriyeke demokratîk a giştî ve ye.

Şêniyê bi navê Seîd Yûsif jî da zanîn ku armanca tecrîdê bêdengkirina dengekî ye ku projeya aştî û edaleetê hildigire.

Seîd Yûsif îşaret pê kir ku mafê gel heye ku çarenûsa Rêberê xwe nas bike û pêwendiyê ligel çêke û ev li gotinên xwe zêde kir: "Ya ku dewleta Tirk dike li dijî qanûnên navneteweyî ye. Ji ji daxwaza xwe ya azadiya fîzîkî ya Rêbertî nayê xwarê ji ber ku ew rêya istiqrara herêmê ye."

Seîd Yûsif got: "Berdewma tecrîdê binpêkirina mafê me yê hevdîtina bi semola me ya fikirî û siyasî ye. Peyama me zelal e: Azadiya Rêbertî beriya ku daxwazeke siyasî be pêdiviyeke mirovî ye."

Jina bi navê Niwêla Hacî got, azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêdiviyeke lezgîn ji bo pêkanîna istiqrarê li Rojhilata Navîn e.

Niwêla Hacî anî ziman ku berdewama tecrîdê hewldanên pêkanîna aştiyê zehmet dikin û rakirina tecrîdê jî ne vebijêrk e, lê erkekî mirovî û siyasî ye.

Niwêla diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan killîta çareseriyan û bidawîkirina şeran e.

(bb)

ANHA