‘Azadiya Rêber Apo misogeriya aramî û ewlehiyê li Rojhilata Navîn e’

Şêniyên Çilaxayê berdewamkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got "Azadiya Rêber Apo misogeriya aramî û ewlehiyê li Rojhilata Navîn e."

‘Azadiya Rêber Apo misogeriya aramî û ewlehiyê li Rojhilata Navîn e’
12 nîsan, 2026   02:35
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Şêniyên Çilaxayê diyar kir ku berdewama tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan hemwextî guhertinên metirsîdar e û destnîşan kir ku projeya Rêber Abdullah Ocalan a demokratîk temsîla rêya tekane ya misogerkirina aramî û ewlehiyê û bidawîkirina aloziyan e. 

Mihemed Şerqî got: “Hêzên hegemonîk ên ku aloziyan çêdikin û di nava gelên herêmê de kûr dikin hewl didin şer, kuştin û wêraniyê dewam bikin da ku armancên xwe yên xêzkirina nexşeya nû pêk bînin. Tiştê ku îro rû didin beşek ji gavên avakirina Rojhilata Navîn a Nû ya li gorî berjewendiyên wan e."

Şerqî da zanîn ku berdewama tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan digel van guhertinan, hedefgirtina projeya wî ya demokratîk li Rojava û hewldana îqnakirina gelan ku projeya wî têkçûyî ye beşek ji plana dewletên hegemonîk e ku projeya demokratîk a ku banga azadiya gelan, edalet û wekheviyê dike bi dawî bikin.

Şerqî bal kişand ser azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ku pêwistiyek ji pêwistiyên pêvajoyê ye, ji ber ew yekane kes e ku dikare gelan ji van aloziyan xelas bike, bi taybet pêşkêşkirina wî ya entegrasiyona demokratîk ku beşek ji projeya pêkanîna jiyana aştiyane û wekhev di nava gelan de ye.

Fatme Rustem diyar kir ku bûyerên qetilkirin û wêraniyê ku rû didin îspat dikin ku projeya Rêber Ocalan a li ser bingeha neteweya demokratîk û avakirina civakeke demokratîk rêya yekane ya rizgariyê ye.

Fatmeyê di berdewama axaftina xwe de got: “Em ji komployên li dijî me û li dijî projeya Rêber Apo haydar in, ji ber vê yekê em ê li gorî rêbaz û îdeolojiya wî ya parastina gel û belavkirina demokrasî û edaletê berdewam bikin. Em daxwaza pêkanîna azadiya wî ya fizîkî dikin ji ber ku gel îro pir hewcedarê hebûna wî ye.”

Celîla Ehmed jî diyar kir ku berdewama tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi armanca gel negihêjin azadiya xwe. Di vê pêvajoyê de azadiya fizîkî ya Rêber Apo gelekî girîng e, ji ber pêwîstiya gelên li herêmê bi projeya demokratîk heye ku xwe ji kuştin, şer û hilweşandinê biparêze.

Celîlayê anî ziman ku ne pêkan e ku aştî û demokrasî li Rojhilata Navîn bêyî Rêber Abdullah Ocalan pêk were û desenîşan kir ku aştî bêyî misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêber Apo nayê qebûlkirin. Celîlayê di dawiyê de got ew ê li gorî fikra Rêber Abdullah Ocalan ku rêya pêkanîna azadî û serkeftinê ye, têkoşînê bidomînin.

(ac/fr)

ANHA