Siyasetmedar: Rêveberiya Xweser misogeriya avakirina Sûriyeyeke demokratîk e

Siyasetmedarên li Helebê diyar kir ku sîstema Rêveberiya Xweser nimûneyeke serkeftî ye ji bo birêxistinkirina civakê, pêkanîna mafên pêkhateyan û avakirina herêmeke ewle û aram. Siyasetmedaran got “Vê projeyê daxwazên gelên Bakurê û Rojhilatê Sûriyeyê bi cih anîn, erkên xwe bi awayekî serkeftî pêk anîn û encamên erênî ji bo siberoja herêmê bi dest xistin.”

Siyasetmedar: Rêveberiya Xweser misogeriya avakirina Sûriyeyeke demokratîk e
16 adar, 2025   06:15
HELEB
NISRÎN ŞÊXO

Siyasetmedarên li Helebê got sîstema Rêveberiya Xweser mafê rêveberiyê û biryardanê dide hemû pêkhateyan û civakan bêyî ku tu aliyan dûr bixe, bi armanca avakirina herêmeke ewle û aram.

Meyada Erebo, berdevka Komîteya Perwerdeyê ya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), got: "Sûriyeyê di qonaxeke dîrokî ya krîtîk re derbas dibe, ku pêwîstiya wê bi hişyarî û rêxistineke mezintir heye daku nekeve nava aloziyên din ên ku ji hêla aliyên derve ve tên çêkirin ku dixwazin gelê Sûriyeyê bikşînin nava aloziyê. "

Her wiha got: "Em pêşniyar dikin ku projeya Rêveberiya Xweser li tevahiya Sûriyeyê were pêkanîn. Ev proje di warên cuda de destkeftî pêk anîne, çi di warê rawestandina rijandina xwînê de, pêkanîna jiyana hevbeş a aştiyane di nav civakên cihêreng de, yan jî di warê birêvebirina hemû aliyên jiyana rojane de. Her wiha, ev proje ne tenê di nava zimanek an çandekê de sînordar bû, lê hişt ku her civak mafên xwe yên bingehîn bidest bixe. "

Meyada Erebo tekez kir ku ev proje garantiya avakirina Sûriyeke demokratîk e ku tê de mafên hemû pêkhateyan, bê dûrxistin û înkarkirinawere parastin, berovajî tiştên ku di dema rejîma Baasê de qewimîn ku bûn sedema wêrankirina welat.

Ji rêveberên PYD`ê Ferîha Ehmed jî got: "Tiştê ku kirîza Sûriyeyê kûrtir kiriye, paşguhkirina pirojeya Rêveberiya Xweser e û negihîştina wê bo hemû navçeyên Sûriyeyê ye.”

Ferîha Ehmed tekez kir ku ev proje bersiva hêviyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da, erka xwe bi awayekî serkeftî bi cih anî û encamên erênî ji bo siberoja herêmê nîşan dan, nemaze piştî zordariya bi salan a ji aliyê rêjîma Baasê ve li dijî azadiyên civakan ku yek ziman û çand li ser tevnên civakî yên cihêreng ferz dikir.

Ferîhayê tekez kir ku divê nimûneya Rêveberiya Xweser li tevahiya xaka Sûriyeyê were pêkanîn, û got ku sistem ezmûneke serketî ya ku bikaribe mafên pêkhateyan biparêze, hebûn, dîrok, bawerî û çandên wan biparêze, û hevsengî, dad û wekheviyê di navbera pêkhate û zayendan de pêk bîne.

Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya PYD`ê Walat Mamo jî behsa têgeha rêveberiya xweser kir û got: "Ev sîstem li gorî taybetmendî û erdnîgariya her civakekê li ser bingeha rêxistinbûnê hatiye avakirin.”

Welat Mamo wiha axivî: "Di destpêka aloziya Sûriyeyê de me di nava PYD`ê de ev sîstem hilbijart û li ser esasê wê me civak bi rêxistin kir. Bi vî awayî herêmên me ewle man, berovajî herêmên din ên ku di salên aloziyê de bûne cihê kaos û gendeliyê.”

(k)

ANHA