Siyasetmedar: Nenavnedîbûn ji bo Sûriyeyê pêwistiyek e

Serokê Nivîsgeha Helebê ya Kombûna Niştimanî ya Sivîl a Demokratîk destnîşan kir ku binpêkirinên li herêmên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bûn sedem ku her kes bizane ku êdî navendîtî ji bo birêvebirina Sûriyeyê bi kêr nayê û sîstema nenavendîbûnê rê li ber demokrasiyê vedike û mafên hemûyan misoger dike.

Siyasetmedar: Nenavnedîbûn ji bo Sûriyeyê pêwistiyek e
6 kanûn, 2025   03:35
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Serokê Nivîsgeha Helebê ya Kombûna Niştimanî ya Sivîl a Demokratîk endazyar Feysel Xelîl ji ajansa me re li ser berdewama tevlihevî û bêaramiya li herêmên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û tunebûna gavên pratîkî ji bo bidawîkirina krîzê, axivî.

VALAHIYA DESTHILATÊ Û BÊRÊXISTINBÛN

Xelîl diyar kir ku tiştê ku îro li Sûriyeyê diqewime êdî ne krîzeke hundirîn a asayî ye, lê belê karesatek e ku gefê li hebûna pêkhateyên Sûriyeyê dixwe û saziyên mayî yên dewletê hildiweşîne.

Xelîl destnîşan kir ku piştî hilweşîna rejîma Baas welat derbasî valahiyeke mezin bû, wê jî derfet li pêş komên cîhadîst-çekdar vekir ku desthilata defakto ferz bikin.

Xelîl anî ziman ku di wan şanoyên tinazî yên siyasî de, wan komên çekdar Ehmed El Şeri wekî serokekî şiklî nas kir. El Colanî jî bi rêya derxistina Danezana Destûrî dest danî ser hemû desthilatan, wê jî hişt ku Sûriye di destê yek aliyê olî de be.

PÊLA BERIFREH A BINPÊKIRIN

Girêdayî mijarê Xelîl bali kişand ser pêvajoya ku El Şerî serokatiya hikumeta veguhêz bi dest xistiye û rêzebinpêkirinên berfireh ên sîstematîk.

Xelîl da zanîn ku li perava Sûriyeyê qetilkirin, revandin û tasfiyekirin li dijî şêniyan hatin pêkanîn û di encamê de bi hezaran welatî bûn qurbanî. Li Şam û gundewarê wê jî bi taybetî li Ceremana, Sehnaya Eşrefiyê heman binpêkirin çêbûn, di dêra Mar Îlyas a Şamê de çêbû bi dehan bûn qurbanî. Li Siwêdayê, bi ser bajêr de hat girtin, welatî hatin qetilkirin, malên wan hatin talankirin û şewitandin, heqaret li cenazeyên wan hat kirin, xwendekar ji xwendinê bêpar hatin hiştin û bajar hat dorpêçkirin. Li Humsê êrişên taîfîperest li dijî kêmnetewe û sivîlan hatin pêkanîn.

SÎSTEMA NAVENDÎ ÊDÎ NE KÊRHATÎ YE

Xelîl anî ziman ku piraniya bûyerên ku diqewimin binketina sîstema navendî ya birêvebirina Sûriyeyê îsbat kir û got: "Jinûve pêkanîna destpotiyê ji aliyekî ve û derfeta ji tundrawiya îdeolojî re vekirin ji aliyekî din ve, wê tenê hilweşîna berfireh û şerên navxweyî yên nû bîne."

Xelîl da zanîn ku pêdiviya Sûriyeyê bi pergaleke sivîl a pirrengî, ilmanî, nenavendî û fedralî heye, ji ber ku pêwîstiyeke hebûnê ye, ne vebijêreka siyasî ya duyemîn e.

Xelîl banga pêkanîna serxwebûna herêman di warê rêvebirina karûbarên xwe yên çandî, perwerdehî, aborî û ewlehî de kir û got: "Divê mafên kêmnetewe û kêmolan werin parastin û yekparçeya Sûriyeyê were parastin."

BINGEHÊN NENAVNDÎBÛNÊ

Xelîl di berdewama axaftina xwe de prensîbên ku divê pergaleke nenavendî li ser were avakirin destnîşan kirin, weke; serweriya hevpar a nerm di nav dewletekê de bi saziyên navendî yên xwedî rêdanên sînorkirî, di kar û barên xwecihî de rêdanên berfireh ên herêman, temsîliyeta adilane ya kêmneteweyan di şaxên zanogsazî û rêveberiyê de, mekanîzmayên veto yên demkî di dozên hesas de, meclisa şêwirmendiyê ya pêkhateyên gel bi erkên pêşniyariyê ve girêdayî be, cudakirina rêveberiyên zagonsaz, rêveberî, dadwerî û ragihandinê.

Xelîl da zanîn ku pêwîst e biryara qanûna partiyên serdemê were dayîn ku damezrandina partiyan li ser bingehên olî yan jî mezhebî were qedexekirin û azadiya nêrînê misoger bike.

NENAVENDÎBÛNA EWLEKARIYÊ Û EDALETA PÊVAJOYA VEGUHÊZ

Der barê qada ewlekariyê de Xelîl banga avakirina hêzên polîsên herêmî bi serkêşiya medenî û xwecihî kir, lê di aliyê dozên ewlehiya neteweyî û terora ku sînoran derbas dike de, hevkariyek sînordar bi navendê re pêk bê.

Xelîl komek gavên der barê edaleta pêvajoya veguhêz de pêşniyar kirin, weke dadgehên taybet bi binpêkirinên berê çêbin, bernameyên lihevkirina niştîmanî werin danîn, tawîzdana kesên zirardîtî, misogeriya ku kes ji cezayê bê par nemîne.

FEYDEGIRTINA JI TECRÛBEYA RÊVEBERIYA XWESER

Xelîl go divê feyde ji tecrûbeya Rêveberiya Xweser weke modela rêvebirinê ya pêşketî were girtin, ku temenê wê heman temenê krîza Sûriyeyê ye.

Têkildarî şêweyê temsîliyeta navendî di dewleta federal a pêşniyarkirî de Xelîl diyar kir ku : mecliseke serokatiyê ya pir-pêkhateyî, parlementoyeke du-odeyî (odeyek ji bo herêman û odeyeke din ji bo temsîliyeta gel), lihevkirineke mecbûrî li ser mijarên girîng û roleke şêwirmendiyê ya daîmî ji bo meclisên serokatiya hindikahiyan hebe.

Xelîl banga avêtina gavên pratîkî yên ku rê li pêş avakirina pergala nenavendî vedikin kir, weke lidarxistina konferanseke niştimanî ya giştî, avakirina komîteyeke destûrê ya berfireh, pêkanîna lihevkirina ewlehî bi garantiya navneteweyî, pêkanîna hilbijartinên xwecihî û herêmî bi çavdêriya navneteweyî, danîna planekê ji bo ji nû ve avakirinê, danîna mekanîzmayekê ji bo çareserkirina aloziyan û yekkirina zimanê ragihandinê yê li dijî provakasyonê.

Di dawiya axaftina xwe de Xelîl got armanc ew e ku Sûriyeyeke demokratîk, ilmanî, pirreng û nenavendî were avakirin ku tê de gel bi rûmet û azadî bijî û tu wesiyetên derve li ser wî nîn bin

(mh/fr)

ANHA