Krîza ava Firatê bandorê li jiyana bi milyonan kesî dike

Rêveberiya Giştî ya Bendavan diyar kir ku ava Bendava Firatê ji 7 metreyan zêdetir daketiye, di heman demê de hilberîna elektrîkê ji 50 megawatî kêmtir bûye û pêdivî bi zêdekirina herikîna avê û destwerdana navneteweyî ya lezgîn heye.

Krîza ava Firatê bandorê li jiyana bi milyonan kesî dike
Krîza ava Firatê bandorê li jiyana bi milyonan kesî dike
Krîza ava Firatê bandorê li jiyana bi milyonan kesî dike
Krîza ava Firatê bandorê li jiyana bi milyonan kesî dike
Krîza ava Firatê bandorê li jiyana bi milyonan kesî dike
Krîza ava Firatê bandorê li jiyana bi milyonan kesî dike
6 kanûn, 2025   02:35
TEBQA

Dewleta Tirk asta herkîna ava Firatê pir kêm kiriye, di encamê de li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê krîza avê zêde bûye ku bandor li çandiniyê, jîngeh û elektrîkê kiriye. Ji ber vê yekê Rêveberiya Giştî ya Bendavan neçar e ku herikîna avê ya bi rêya kanala avdanê ya Belîx sînordar bike. Ev yek jî bandorê li çandiniya li ser rûbereke 90 hezar hektarî li kantonên Tebqa, Reqa û Dêrazorê dike.

Der barê asta kêmbûnê de, endamê Rêveberiya Giştî ya Bendavan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îmad Ubeyd diyar kir ku ji ber kêmbûna herikîna avê ji aliyê Tirkiyeyê ve, asta avê li çemê Firatê pir kêm bûye û got: "Asta herî zêde ya bendava Bendava Firatê di şert û mercên normal de 304 metre ji asta deryayê bilind bû. Lê di van şert û mercan de asta heyî gihaştiye 296.35 metreyan û bendavê 7,70 metre depoya bi bandor ji dest daye. Ev yek metirsiya karesateke mirovî, jîngehî û civakî çêdike ku dê bandorê li jiyana bi qasî 7 milyon mirovên ku li qeraxên Çemê Firatê bike."

KÊMBÛNA ÇANDINIYÊ

Îmad Ubeyed destnîşan kir ku kêmbûna ava çemê Firatê bandor çandiniya li hewza Firatê kir ku bi çandiniya genim, ceh û pembo û darên fêkiya tê nasîn û got, çandiniya pembo bi awayekî mezin bi zerar bûye û hilberîna berhemên din jî bi qasî nîvî kêm bûye.

Kêmbûna asta ava çemê Firatê bandorek neyînî li jîngehê û tenduristiyê jî kiriye. Ubeyd anî ziman ji ber ava sekinî, qirêjî û kevz belav bûne û bûn sedema belavbûna nexweşiyên wekî gastroenterît û yên din.

ENERJÎ

Enerjî jî ji krîza kêmbûna ava Firatê bê par nemaye. Li Bendava Firatê ji 8’an 4 yekîneyên hilbirandina ceyranê dixebitin. Her yek bi kapasîteya 110 megawatt dixebite û hemû bi hev re 440 megawatt-saet dixebitin. Lê belê hilberîna niha ji 50 megawatt derbas nake.

Ubeyd da zanîn ku di şert û mercên normal de, hilberîna yek kîlowatt-saet 6 metrekab av hewce dike, lê ji ber kêmbûna  avê 11.5 metrekab av dixwaze. Ger ev rewş berdewam bike, hewcedariya avê ji bo hilbirandina yek kîlowatt-saet dibe ku bigihîje 20 metrekab.

XERCKIRIN JI HERIKÎNÊ ZÊDETIR E

Xerckirina ji çemê Firatê digihêje 250 metrekab di saniyekê de ku wiha tê belavkirin: 100 metrekab ji bo buxarbûnê, 150 metrekab ji bo avdanî û vexwarinê. Ev mîqdar li gor herikîna avê ya niha ji Tirkiyeyê ye. Pêdiviya hilberîna elektrîkê ya 20 metrekab di saniyekê de ji depoya stratejîk a golê tê dabînkirin, ku rojane 22 milyon metrekab ji depoyê xwe winda dike.

TEDBÎRÊN AWARTE

Ji ber van şert û mercan, rêveberiya bendavê neçar ma ku tedbîran bigire da ku asta avê ya heyî biparêze. Li gorî van tedbîran, saetên dayîne elektrîkê hatin kêmkirin û herikîna avê di kanala avdanê ya Belîxî heya nîvê hatiye kêmkirin. Berê 90 metrekab di saniyekê de dihat herikandin, lê niha daketiye 45 metrekab di saniyekê de.

Îmade Ubeyd desntîşan kir ku kêmkirina herkîna avê xetereyeke mezin li ser jiyana gelek kesan çêdike û bandorê li çandiya zivistan û yên stratejîk wekî genim çêdike. Ubeyd got, eger rewş bi vî rengî dewam bike ku karaseta mezin li çandiniya havînê çêbe.

KANALA AVDANÊ YA BELÎXÊ

Dirêjahiya kanala avdanê ya Belîxê ji Bendava Firatê li kantona Tebqayê heta Cezret El Buhemîd û Meteb El Bewarşîd a li rojavayê Dêrazorê 150 kîlometre ye. Kanala Belîxê  bi kapasîteya xwe ya herî zêde ku 140 metrekab di saniyekê de deştên Firatê avê dide. Di havînê de 90 metrekab di saniyekê de avê dide qadeke çandiniyê ya ji 90 hezar hektar zeviyên deverên wekî Siwêdiye, Selhebiyat, Til Semin, Yemame, Endelus, Kerame û Ehwas. Her wiha bi rêya pompên ji Tebqayê heta Dêrazorê hatine danîn ava vexwarinê û avdanê dide nêzî 2 milyon kesî.

METIRSÎ LI SER BEDENA BENDAVÊ

Îmad Ubeyd da zanîn ku bi berdewama kêmbûna avê xetereyên li ser bedena Bendava Firatê bi hemû yekîneyên wê û dîwarê wê yê çemento zêde dibin û got, hin dîwarê wê ji ber mercên hewayî qelişîn, lê wekî tedbîr hat sererastkirin lê ev ne pirsgirêkê bi temamî çareser nake.

VEGERA LI PEYMANÊ TÊRÊ NAKE

Rêveberiya Giştî ya Bendavan bang li citaka navneteweyî kir ku tavilê mudaxele bike û zextê li Tirkiyeyê bike da ku mîqdara avê li gorî peymana sala 1987’an a di navbera Sûriye, Iraq û Tirkiyeyê de hatî destnîşankirin berde. Li gorî peymanê, divê dewleta Tirk herî kêm 500 metrekab di saniyekê de bide Sûriyeyê lê herikîna heyî ji 250 metrekab di saniyekê de derbas nabe.

Endamê Rêveberiya Giştî ya Bendavan Îmad Ubeyd anî ziman ku eger Tirkiye avê li gorî peymanê berde jî herêm dê gelek mehan hewce bike ku kêmasiyê telafî bike ku asta avê di depoya bendavê de ji kapasîteya giştî ya 14 milyar metrekab daxistiye 9 milyar metrekab.

(bb)

ANHA