Siwêdayiyan piştgiriya xwe bi peymana QSD’ê ya li Şamê re nîşan da

Çalakger û rewşenbîrên bajarê Siwêdayê piştgirî û hevgirtina xwe bi peyamana ku di navbera Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û Ehmed El Şeri de hatiye îmzekirin, nîşan da.

Siwêdayiyan piştgiriya xwe bi peymana QSD’ê ya li Şamê re nîşan da
Siwêdayiyan piştgiriya xwe bi peymana QSD’ê ya li Şamê re nîşan da
Siwêdayiyan piştgiriya xwe bi peymana QSD’ê ya li Şamê re nîşan da
Siwêdayiyan piştgiriya xwe bi peymana QSD’ê ya li Şamê re nîşan da
Siwêdayiyan piştgiriya xwe bi peymana QSD’ê ya li Şamê re nîşan da
11 adar, 2025   16:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li bajarê Siwêdayê çalakiyeke hevgirtin û piştgiriya peymana ku di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û serokê desthilata Şamê Ehmed El Şerî de hatiye îmzekirin, li qada Keramê hat lidarxistin. Di çalakiyê de pankartên "Sûriye yek e û tevahî Sûriyeyiyan e", "Ji Cizîrê heta bi peravê, ji bakur heta bi başûrê gelê Sûriyê yek e" hatin hildan.

Beşdaran di çalakiyê de banga dûrketina ji fitneya taîfî da û got Sûriye bû yek û êdî ne bakur an jî başûr heye, lê tenê yek blok e û di bin ala Komara Sûriyeyê de ye.

Ji beşdaran Usama Beşnaq got: "Ji qada Keramê, em deqeyeke rêzgirtin li ser ruhê qurbaniyan û xelkê me yê peravê û endamên Hêzên Ewlehiyê sekinîn."

Beşnaq wiha domand: "Em îro bi peyamana dîrokî ya di navbera Kurdên azadîxwaz bi nûnertiya birêz Mazlûm Ebdî û birêz Ehmed El Şeri de hatiye îmzekirin, roja serkeftina mezin, pîroz dikin. Ev yek nîşaneya xwestekên sûriyeyiyên azadixwaz e. Em yek gel in û dixwazin xaka Sûriyeyê di bin yek banê de be."

Beşnaq di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Em ê serdana herêmên Kurdan bikin û ji wan re bêjin serî xwe hilde jor tu Sûriyeykî/e azad î. Hezar car ji gelê Sûriyeyê re pîroz be. Silavên taybet ji xelkê bakur re der barê berxwedan û fedakariyên wan de."

(fr)