Di salvegera 11’an de şehîdên Komkujiya Şaredariya Gel hatin bibîranîn

Şehîdên Komkujiya Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo di salvegera xwe ya 11`an de hatin bibîranîn. Di merasîmê bîranînê de hat gotin ku destkeftiyên ku di Şoreşa 19`ê Tîrmehê de hatine bidestxistin berhema fedakariya şehîdan in.

11 adar, 2025   16:13
QAMIŞLO

Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo û malbatên şehîdên Komkujiya Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo ya ku di 11`ê Adar 2014’an de ji aliyê 2 çeteyên DAIŞ`ê û Cebhet El Nusra ve pêk hat, di salveera wê ya 11’an de bi bîr anî. Merasîma bibîranînê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a li bajarê Qamişloyê hat organîzekirin.

Li merasîmê malbat û hevalên her 11 şehîdan, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo amade bûn.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Mihyedîn Hesen axivî û destnîşan kir ku ew şehîd xebatkarên destpêkê yên di nava saziyên Şoreşa 19`ê Tîrmehê de bûn, xwedî nirx û kedeke birûmet bûn. Ew ji bo bidestxistina azadiya gelan û pêşeroja pêkhateyên li herêmê canê xwe feda kirin. Hesen wiha dom kir: “Em ê her di bîranîna şehîdên xwe de, soza xwe bi wan re dubare bikin.”

Endamê Meclisa Şaredariyan û Cîgirê Hevserokatiya Şaredariya Gel a Bajarê Qamişlo Mesûd Yûsif axivî û hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û da zanîn ku armanca xebatkarên şaredariyê yên şehîd, avakirina civakeke demokratîk bû. Yûsif wiha got: "Gav bi gav armancên wan pêk tên û ev yek di banga pejirandina Rêveberiya Xweser de tê xuyankirin."

Merasîm bi berzkirina diruşma “Şehîd Namirin”, serdana gora şehîdên komkujiyê yên li Pekrewangeha Şehîd Delîl Saroxan û danîna gulan li ser gorên wan bi dawî bû.

(sb)

ANHA