Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xîtaba mezhebî red kir

Meclisa Ol û Baweriyan a kantonên Reqa û Tebqayê û Elewiyên kantona Cizîrê yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkujiyên li dijî şêniyên perava Sûriyeyê hatine kirin, şermezar kirin û got: "Em xîtaba mezhebî ya bi hewla derxistina fitneyan û parçebûna di navbera pêkhateyên gelê Sûriyeyê de red dikin."

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xîtaba mezhebî red kir
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xîtaba mezhebî red kir
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xîtaba mezhebî red kir
11 adar, 2025   17:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya bertekên şermezarkirina komkujiyên li dijî xelkê bajarên peravê; Laziqiye, Tartûs, Banyas hatine kirin de, Meclisa Ol û Baweriyan a kantonên Reqa û Tebqayê daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêş qada Mizgefta mezin ji hêla endamê meclisê yê Reqayê Îbrahîm El Uwês ve û li kantona Tebqayê li pêş avahiya Kongreya Îslama Demokratîk ji hêla serokê Hevgirtina Al El Beyt Ednan Elêwî ve, hat xwendin.

Di daxuyaniyê de sûcên li dijî welatiyên sivîl ên li perava Sûriyeyê hatine kirin, hatin şermezarkirin, her wiha xîtaba mezbehî ya bi hewla derxistina fitneyan û parçebûnê di navbera pêkhateyên gelê Sûriyeyê de hat redkirin.

Her wiha di daxuyaniyê de daxwaz ji hikumeta Sûriyeyê ya li Şamê hat kirin ku sînorekê ji van binpêkirinan re deyne û her kesên destên wan di xwîna gelê Sûriyeyê de heye ceza bike.

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gelê Sûriyeyê bi hemû mezhebên xwe yek e û divê hemû li dijî projeyên tevlihevî û parçebûnê yên bi armanca têkbirina ewlehî û îstîqrarê hevgirtî bin.

Girêdayî mijarê Elewiyên li kantona Cizîrê bi beşdariya rêveber û endamên saziyên Rêveberiya Xweser li bajarê Dêrikê daxuyaniyek da. Welatiyê bi navê Silêman Risto li navenda Şehîd Hogir a Tevgera Ciwanên Şoreşer a Sûriyeyê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de sûcên li dijî xelkê bajarên peravê têne kirin hatin şermezarkirin û hat diyarkirin ku divê rêz ji mafên mirovan re were girtin.

Her wiha hat gotin ku divê civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî li ser sekinandina van kiryaran bixebitin û berpirsên van sûcan li pêş edaletê darizînin û ewlehiya Elewiyan were misogerkirin.

Di daxuyaniyê de behsa peymana di navbera QSD’ê û Şamê de hat kirin û ev tişt hate gotin: "Em piştgiriyê didin vê peymana dîrokî. Fermandar Mazlûm Ebdî êşên ku em tê re derbas dibin baş dizane û ji bilî wî tu kes rewşa perava baştir nizane. Em bang dikin ku hêzên QSD’ê li perava Sûriyeyê bin ku xelkê me biparêzin."

(fr)

ANHA

DERIK

REQA

TEBQA