Siwêda û vejîna komên tundrew mijarên rojnameyan ne

Rojnameyên erebî diyar kir ku komên tundrew ên çekdar piştî hin veguherînên rêxistinî û erdîngarî, bi taybet li Afrîka û Rojhilata Navîn dîsa derdikevin pêş. Hate gotin, ew kom bi şêweyên nû û hevpeymaniyên nû ve derdikevin holê. Rojnameyan dane zanîn ku pevçûnên li Swêdayê veguheriye pevçûnek siyasî û ewlehiyê ya bi hikûmeta veguhêz re.

Siwêda û vejîna komên tundrew mijarên rojnameyan ne
15 tîrmeh, 2025   11:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê de der barê derketina komên tundrew ên li çaraliyê cîhanê, arîşeya li Siwêdayê û sedemên têkçûna agirbesta li Xezayê de nivîsîn.

GELO KOM TUNDREW MIRINE... AN DÊ JI GORÊN XWE RABIN?

Rojnameya El Şerq El Ewsat bal kişand ser berdewamiya xetereyên komên îslamî yên çekdar, hem Sunnî û hem jî Şîe, li herêmên cûda yên cîhanê. Li gorî rojnameyê, gotina ku "komên tundrew bi dawî bûne" ne rast e û diyar kir ku ew nêrînên dibêjin komêmên tundrew "wek DAIŞ an komên Şîe yên çekdar" bi dawî bûne, nêrîneke seranser e, saf e yan jî rewşê baş nabînin. Rojnameyên behsa hewldanên çeteyên DAIŞ'ê û yên mîna wan, "wek Ensar El Sunna El Cedîda", ji bo vegera Iraq û Sûriyeyê kir û da zanîn ku herêm bi rastî ji vê tehdîdê xilas nebûye, lê belê niha dîsa bûye cihê vejîna van koman.

Rojnameyê ku cih daye anketên der barê Terorîzma Cîhanî de destnîşan kir ku ev dane diyar dikin ku ji 10 welatên ku herî zêde ji terorîzmê bandor bûne, 6 ji wan welatên Afrîkî ne, di serî de Burkina Faso (di sala 2024'an de zêdetirî hezar û 500 kes hatin kuştin).

PEVÇÛNÊN MEZHEBÎ LI SIWÊDAYÊ VEGUHERÎN PEVÇÛNÊN BI DEWLETA SÛRIYEYÊ RE

Rojnameya El Ereb behsa arîşeya ewlehiyê ya metirsîdar li Siwêdayê ya li başûrê Sûriyeyê kir. Hate gotin, ew pevçûn "wekî pevçûnek mezhebî di navbera eşîrên Druziyan û Bedewiyan de dest pê kir, lê veguherî pevçûnek siyasî û ewlehiyê ya piralî."

Rojnameyê ku agahiyên xwe dispêre çavdêran diyar kir ku"pevçûnên ku îro li Siwêdayê tên dîtin bûye ceribandineke dualî di navbera aliyên  de ku dixwazin şertên xwe li ser dewletê ferz bikin û desthilatdariya ku dixwaze heybeta xwe bi zorê vegerîne bêyî ku rewşa mezhebî xirabtir bike. "

Li gorî rojnameyê, çalakvanên Sûriyeyî hişyarî dan ku "Xwestina parastina navneteweyî ya bilez, nîşana pejirandina rola Îsraîlê ye,  ku Îsraîl dixwaze li Sûriyeyê bi rewşeke De Facto di bin navê parastina kêmneteweyan ferz bike. "

SEDEMÊN TÊKÇÛNA AGIRBESTA LI XEZAYÊ

Rojnameya El Eyam a filistînî jî der barê sedemên têkçûna agirbesta li Xezayê de nivîsî. Rojnameyê pirsek girîng dike: Çima Trump şert û lîstokên Netanyahu, qebûl kir? Rojname wiha bersiv dide: "Ya yekem, ji ber ku Trump peymanên bi nirxa 4 trîlyon dolarî  imze kirin,  di wan peymanan de şertek tune ye ku  welatên Ereb û Îslamî têkiliyên xwe bi Îsraîlê re normalize bikin, an şer bi dawî bikin an pirgirêka Filistîn-Îsraîlê çareser bikin. Ango eger peymanên bi Îsraîlê re dereng jî bimînin dê Turmp tiştekî xwe winda neke.

Ya duyemîn, ji ber ku di navbera rêveberiya Trump û tîma wî ya ku dosyaya şer birêve dibe û siyaseta Netanyahu û baskê wî de, ti nakokî tune. Ya sêyemîn, ji hêla Eerban û Filistîniyan ne zext û nerazîbûnek heye, ne jî zexta navneteweyî li ser helwesta provokatîf a Amerîkî heye. Ji ber van sedeman, helwesta Amerîkî bi helwesta tundrew a Îsraîlê re dibe yek."

(k)