Li Şedadê û Tebqayê êriş: 5 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûn

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku li Tebqa û Şedadê êrişî nuqteyên hêzên ewlekariyê hatin kirin, di encamê de 5 endam şehîd bûne.

Li Şedadê û Tebqayê êriş: 5 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûn
15 tîrmeh, 2025   11:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişên komên çekdar ên li dijî nuqteyên hêzên ewlekariyê yên li bajarên Tebqa û Şedadê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatine gotin: "Komeke terorîst duh sibeha (14 Tîrmeh) li bajarê Tebqayê êrişî du nuqteyên hêzên me kirin. Di encamê de 5 endamên me birîndar bûn. Li bajarê Şedadê jî li dijî bendeke ewlehiyê ya hêzên me êrişeke nemerdane hat kirin, di encamê de 5 endamên me şehîd bûn.

Kiryarên bi vî rengî yên li dijî hêzên me hewldaneke ji bo têkbirina aramiyê û belavkirina tevliheviyê ye. Ev kiryar wê me ji erka me ya parastina civaka me û ewlehiya wê dûr nexe. Em dê ji bo têkbirina hemû projeyên dijminane yên bi armanca derxistina tevliheviya li gelemperiya Sûriyeyê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî hemû hewldanan bikin. Hêzên me ji bo aşkerakirina nasnameya koma êrişkar û alîgirên wê lêkolîneke berfireh daye destpêkirin.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şîfaya lezgîn ji birîndarên xwe re dixwazin, ji xwe û ji malbatên şehîdên me yên leheng re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin şehîdan ku em ê şopdarên rêya wan bin, em ê destkeftiyên şoreşê û rêgezên gelê me yên di rêya wê berdêl dane, biparêzin."

(bb)