Şahmaranê ji nû ve dineqişîne

Di werşeyeke hunerî de çîroka Şahmaranê ya sembola zanyarî û bedewiyê bi destê hunermend Cîhanê zindî dibe, reng digire û dibe parçeyekî hunera Rojava. Hunera wê derbasî deverên din ên Sûriye û heta cîhanê jî dibe.

Şahmaranê ji nû ve dineqişîne
Şahmaranê ji nû ve dineqişîne
Şahmaranê ji nû ve dineqişîne
Şahmaranê ji nû ve dineqişîne
Şahmaranê ji nû ve dineqişîne
22 gulan, 2026   04:45
QAMIŞLO
BÊRÎVAN BEYAR

Cîhan Elî Ebdulxefûr (37) ji bajarê Hesekê ye, ji zarokatiya xwe ve bi hunerên destan re mijûl bûye.

Cîhanê dema dest bi dibistana seretayî kiriye, karê hunera destan bala wê kişandiye û jê hez kiriye. Lewma xwestiye ew jî vê hunerê fêr bibe. Li peymangehên hunerî bi desteka mamosteyên hunerê fêrî gelek cureyên şêwekariyê û karên destan bûye. Ji kaxez, hesin, nehas, seramîk, hevîr, caw, hirî, text û bermahiyên kevn hunerên bedew çêdike.

Hezkirina wê ya ji bo şêwekariyê û çêkirina tiştên hunerî her tim mezin bûye, lewma piştî xwendina dibistana navîn, derbasî Peymangeha Hunerên Bedew bûye û bi pileyeke bilind peymangeh qedandiye.

Piştî qedandina peymangeha hunerê gelek pêşangeh vekirine, beşdarî gelek mîhrîcanan bûye û gelek xelat jî wergirtine.

Cîhan û hevalekî xwe yê hunermend di werşeyeke li Qamişloyê de kar dikin. Werşeya wan bi hunerên xwe yên rengîn û cuda balê dikişîne.  Di werşeyê de wêne û neqişên li ser text û keviran çêdikin.  Qumaşên bi tentene, morîk û pelikan hatine xemilandin hene. Her wiha bazin, kefî, kemer û xelekan çêdikin. Cîhan ji bilî karên destan, dirûnkariyê jî dike.

Di nava hemû karên wê de hunera ku zêdetir nav û dengê wê belav kiriye û balê dikişîne jî tabloyên Şahmaranê ne.

Li Rojava gelek hunermend hene ku wêneyên Şahmaranê çêdikin, lê karên Cîhanê di aliyê rêbaz û şêweyan de cuda ne. Cîhan wêneya Şahmaran li ser tep diniqişîne, carinan bi  wereq û morikan, an jî bi pelikên rengîn û qeseban wêneyan diafirîne, carana jî bi genimê wêne dadigire. Ev cudahî û afirîneriya wê bûye sedem ku gelek kes berê xwe bidin werşeya wê.

Cîhan yekem car tabloya xwe ya Şahmeranê (100 cm x 80 cm) di pêşangeha Rojava ya hunerê de nîşan da. Tabloyê deng veda. Li ser vê yekê xelata mîhrîcanê werdigire. Piştî vê yekê gelek kesan berê xwe daye werşeyê da ku tabloyê wergirin.

Cîhanê diyar kir ku wê hejmarek mezin tabloyên Şahmaranê çêkirine û got: "Her tim dixwazim hunerên nû bixuliqînim. Di heman demê de gorî daxwazên xelkê tabloyan çêdikim. Hinek tablo biçûk dixwazin, hinek mezin û hinek navîn. Hinek dixwazin bi morîkan çêkim, hin din jî dixwazin bi lîreyan be."

Cîhanê destnîşan kir ku li Rojava gelek hunermend hene tabloyên Şahmaranê çêdikin û ev li gotinên xwe zêde kir: "Hinek li ser qumaş wêneya Şahmaran dineqişînin. Hinek jî peyker çêdikin, hinek bi şêwekariyê çêdikin. Lê ez hewl didim hemû huneran di tabloyekê de kom bikim.”

Li gorî Cîhanê Şahmaran ne tenê wekî tabloyekê, lê wekî sembola çand, jin û çîrokên kevnar e ku bi reng û hunerê zindî dibe. Cîhan dibêje her tabloyek ji Şahmaranê tenê tabloyek nîne, lê çîrok, hest û peyamek e.

Li Rojava û derveyî wê wexta navê Şahmaranê tê gotin, gelek kes rasterast Cîhan û hunera wê bi bîr tînin. Di nêzî 2 saetên mayîna me ya li werşeya Cîhan û hevalê wê de, 4 kes ji bo wergirtina tabloyên Şahmaran serlêdan kirine û xwestin wekî diyarî pêşkêşî nasên xwe yên li derveyî Rojava bikin.

EFSANEYA ŞAHMARANÊ

Efsaneya Şahmaranê kevnar û semboleke zanyarî û jinatiyê ye. Tê gotin ku Şahmaran nîv jin û nîv mar bûye. Di bin erdê de bi maran re dijiya û xwedî zanyariyeke mezin bû. Li gorî efsaneyê, mirovek bi navê Cemşab bi tesadufî digihêje cihê wê û piştî demekê raza wê derdikeve holê. Di dawiyê de Şahmaran ji bo saxlemî û jiyana mirovan xwe feda dike. Ji ber vê yekê heta niha jî di gelek çandan de wekî sembola fedakarî, zanyarî û hêza jinan tê dîtin.

ANHA