Şitilgeha Jîn daran ji bajêr re peyda dike

Şitilgeha Jîn a Şaredariya Gel a Dêrikê cihê xwe di însiyatîfên çandiniyê de digire ku armanca wan zêdekirina rûbera şînkahiyê ye.

Şitilgeha Jîn daran ji bajêr re peyda dike
Şitilgeha Jîn daran ji bajêr re peyda dike
Şitilgeha Jîn daran ji bajêr re peyda dike
Şitilgeha Jîn daran ji bajêr re peyda dike
Şitilgeha Jîn daran ji bajêr re peyda dike
Şitilgeha Jîn daran ji bajêr re peyda dike
17 nîsan, 2024   07:35
QAMIŞLO
KELSÛME ELÎ

Gelek komîte û însiyatîfên jîngehî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daran diçînin ji bo ku rûbera şînkahiyê li herêmê zêde bikin.

Şitilgehên li bajarê Dêrikê cureyên cuda yên darên daristanî, berhemdar û yên xemilandinê ji cotkar, park û navendên giştî re pêşkêş dikin.

Li Dêrikê 5 şitilgeh hene. Şitilgeha Jîn yek ji wan e ku Şaredariya Gel ava kiriye û tê de nêzî 100 hezar dar hene.

Di şitilgehê de 3 hingar hene. Rûbera her yekê zêdetirî 10 doniman e.

Têkildarî mijarê cotkar û karkerê di şitilgehê de kar dike Îbrahîm Mûsa got: "Em şitilên daran dabîn dikin ji bo ku dûre li cihên cuda bên çandin."

Şitilgeha Jîn, dar ji projeyên Şaredariya Gel a Dêrikê re peyda dike ku dar li navîna rêyan, cihên giştî û turîstîk diçîne.

Di Adarê de Şubeya Park û Hawîrdorê ya Şaredariya Gel a Dêrikê 700 darên merxê çandin; 600 li bendeva Borze û 100 dar jî li gundê Girê Kera.

(şx)

ANHA