Desteya Perwerde û Fêrkirinê dibistaneke din ji nû ve lê dike

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Reqayê plansaziyek ji bo sala 2024`an daniye. Di nava wê plansaziyê de sererastkirina dibistana ker û lalan heye ku çeteyênDAIŞ`ê wêran kiribû.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê dibistaneke din ji nû ve lê dike
Desteya Perwerde û Fêrkirinê dibistaneke din ji nû ve lê dike
Desteya Perwerde û Fêrkirinê dibistaneke din ji nû ve lê dike
Desteya Perwerde û Fêrkirinê dibistaneke din ji nû ve lê dike
17 nîsan, 2024   06:17
REQA
MIHEMED XELÎL

Sala 2014`an dema DAIŞ`ê Reqayê dagir kiribû, dibistana taybet a zarokên ker û lal rûxandibû. 

Desteya Perwerde û Fêrkirinê dest bi sererastkirina dibistanê kir ku li herêma Panorama ya bajêr e.

Desteyê di qonaxa yekemîn de jêrzemîna dibistanê ava kir û dîwar lê kirin.

Gerînendeyê nivîsgeha avahiyên dibistanan a Reqayê Mihemed El Hisên têkildarî mijarê got: "Me di dibistanê de 2 destşok, odeyeke nobetdar çêkirin. Sûrên dibistanê û qada wê bi temamî hazir bû. Qonaxa yekemîn a sererastkirina dibistanê bi temamî bi dawî bû. Niha em ê dest bi qonaxa duyemîn bikin ku di çend rojên bê de dibistanê hazir bikin.”

Di dibistanê de 21 fêrgeh û 6 odeyên rêveberiyê hene. Nêzî 800 şagirt dikarin di dibistanê de bixwînin.

Dibistan berê ya zarokên ker û lal bû lê piştî sererastkirinê dê ji bo şagirtên asta sereteyî be.

(şx)

ANHA