Çarşema Sor; destpêka jiyan û afirandinê

Ji bo êzidiyan Çarşema Sor, roja destpêkirina afirandinê û jiyanê ye. Di wê rojê de hêkan ku nîşaneya giloverbûna erdê ne dikelînin û boyax dikin. Li gorî hejmara rojên salê anku 365 çira li Laleşê tên vêxistin.

Çarşema Sor; destpêka jiyan û afirandinê
17 nîsan 2024   03:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro sersala êzidiyan anku Çarşema Sor e. Êzidî her sal vê rojê di çarşema yekemîn a Nîsanê de li gorî salnameya rojhilatî (kurmancî) pîroz dikin. Salên vê salname bi 13 rojan kêmtirî salnameya mîladî ne.

Di dewleke ola êzidîtiyê de têkildarî vê rojê wiha hatiye gotin:

"Çarşem rojeka fadil e

Melik Fexredîn afrandibû ji eşq û dil e

Nas nedikir rihetî û xefilet e

Çarşem rojeke bi hesab e

Ji ba wan meleka hatî ev cewab e

Deriyêt xêra divekirîn ji rojhelat heta rojava”

Beriya sersalê, êzidî rojên duşem û sêşemê hêkan dikelînin û boyax dikin. Serdana gorên miriyên xwe dikin û di roja sersalê de hêk û şêraniyê belav dikin.

Li gorî mîtolojiya êzidiyan, hêk nîşaneya giloverbûna erdê ne. Kelandina hêkan jî, qerisîbûna erdê û helîna qeşayê ye ku erd pêçabû. Boyaxkirina hêkan jî nîşaneya rengên gul, kulîlkan û erdê ye.

Di baweriya êzidiyan de, gerdûn tarî û dûman bû. Erd bi tebeqeyeke qeşayê hatibû pêçan. Dûre Xwedê Tawisê Melek roja çarşemê şande erdê ji bo ku wê ava bike û jiyanê lê vejîne. Bi emrê Xwedê Tawisê Melek wek Tawis li Laleşê daket erdê. Ev herêm li Başûrê Kurdistanê ye. Ji ber ku li erdê qeşa hebû, Tawisê Melek li ser dara herher disekine. Roj derdikeve û qeşa dihele. Rûyê erdê yê rastîn derdikeve holê. Bi kulîlk û gulên rengîn dixemile. Ji ber wê, ev roj wek destpêka biharê hate binavkirin.

Di rojên cejnê û rojên Nîsanê de, êzidî erdê najon û nakolin. Li gorî wan, hemû tov û riwek di vê mehê de dibişkivin. Her wiha di Nîsanê de zewacê qedexe dikin.

Li kêleka van ayînan jî, li Laleşa pîroz ayînên olî bi beşdariya bi hezaran keç û xortên êzidî, endamên meclisa ruhanî ya êzidî 365 çirayan vêdixin. Ev çira wek mûman in, ji qumaşê spî pêk tê û bi zêtê zeytûnan ê paqji hatiye şilkirin. Ev zeytûn ji darên li dora perestgehê tên komkirin.

Bi nêrîna êzidiyan, ev cejn cejna kurdistaniyan e. Di ayetekê de hatiye gotin:

"Çarşema serî Nîsanê

Şêx Adî, şêx Şims xweste dîwanê

Xwedê berê xwe dide Êzîdxanê

Ew e cejna Kurdistanê”

(şx)

ANHA