Sirri Sureyya Onder wefat kir

Endamê Şandeya Îmralî û Parlemetnerê DEM Partî  Sirri Sureyya Onder li nexweşxaneya lê dihate dermankirin, wefat kir.

Sirri Sureyya Onder wefat kir
3 gulan, 2025   16:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Şandeya Îmralî û Parlementerê DEM Partî Sirri Sureyya Onder li nexweşxaneya lê dihat tedawîkirin, wefat kir.

Sirri Sureyya Onder ê 15’ê Nîsanê ji ber krîza dil rakiribû nexweşxanê û piştre rakiribû beşa razandinê ya lezgîn a nexwexaneya lê jiyana xwe ji dest da ye.

Endamê Şandeya Îmralî û Parlementerê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder piştî tedawiya 18 rojan, li nexweşxaneya Floransa Nightingale ya lê dihate dermankirin koça dawî kir.

Şehîdê Aştî û Demokrasiyê Sirri Sureya Onder di temenê 62 saliya xwe de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Ji nexweşxaneya Floransa Nightingale têkildarî Sirri Sureyya Onder ev agahî hatin dayîn: “Sirri Sureyya Onder ê li beşa unîteya lezgîn dema dihat şopandin di roja 18’an de ji ber piranî nexebitîna lebetan 03.05.2025’an saet 16:10’ê jiyana xwe ji dest da. Di serî de ji malbatê û hemû heskiriyên wî re sersaxiyê dixwazin.

(fr)