Bi sînevîzyonekê nêrînên Rêber Apo ên têkildarî jinan hatin pêşkêşkirin

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Tebqayê sînevîzyonekê li ser fikir û têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan û peyama wî ji bo jinan, pêşkêş kir.

Bi sînevîzyonekê nêrînên Rêber Apo ên têkildarî jinan hatin pêşkêşkirin
3 gulan, 2025   16:29
TEBQA

Di çarçoveya kampanyaya "Azadiya fîzîkî ji bo Rêber Abdullah Ocalan" de, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya li kantona Tebqayê sînevîzyonek li ser fikr û têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan û peyama wî ji bo jinan, pêşkêş kir.

Di çalakiyê de nûnerên ji Meclisa Sûriya Pêşerojê, Weqfa Jina Azad, Yekitiya jinên ciwan, Navenda Lêkolînên Jineolojiya beşdar bûn. Di çalakiyê de bal li ser nêrîna Rêber Abdullah Ocalan der barê cihê jinan û rola wan di avakirina civakeke azad de hat kişandin.

Beşdaran diyar kir ku fikra Rêber Abdullah Oclaan ji bo jina li azadiyê digere lêvegera têkoşînê ye. Ji ber ku Rêber Apo têgeha jinê weke parçeyek ji civakê nayê qutkirinê pêşkêş kir. Beşdaran anî ziman ku pêwîst e jinan ji pergala hegemoniya baviksalariyê xelas bibin û pergaleke hevbeş xwe dispêre wekhevî û edaletê ava bikin.

Her wiha beşdaran destnîşan kir ku bêyî xwehişyarî û xwerêxistinkirinê jin bihêz nabin û rizgarkirina civakê ji zihniyeta baviksalariyê gaveke bingehîn ber bi jiyana azad ve ye.

Di çarçoveya çalakiyên bi armanca xurtkirina rola jinan di civakê de û balkişandina ser girîngiya fikra Rêber Abdullah Ocalan di pêkanîna azadî û wekheviyê de ev çalakî tên lidarxistin.

(fr)

ANHA