Şîrovekarekî siyasî yê Îraqî hişyarî li ser dagirkirina xaka Iraqê da

Şîrovekarekî siyasî yê Iraqî hişyarî li ser dagirkirina xaka Iraqê da û got dewleta Tirk ji bilî berjewendiyên xwe bi tiştekî nafikire û hewl dide Herêma Başûrê Kurdistanê dagir bike û tev li parêzgeha xwe ya 81ˊan bike.

Şîrovekarekî siyasî yê Îraqî hişyarî li ser dagirkirina xaka Iraqê da
27 tebax, 2024   06:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî xaka Iraqê û Başûrê Kurdistanê giran kirine. Di vê dawiyê de li Dihokê geştiyar hatin hedefgirtin. Her wiha di 23ˊyê Tebaxê de erebeyeke tîma rojnamevanan hate bombebarankirin ku bi wê re rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn şehîd bûn.

Şîrovekarê siyasî yê Iraqî Heysem El Xuzelî diyar kir ku ketina dewleta Tirk a dagirker li nava xaka Iraqê binpêkirina serweriya Iraqê ye û got: "Êdî dewleta Tirk bi kûrahî derbasî xaka Iraqê bûye. Her wiha êrişên xwe di kûrahiya xaka Iraqê de pêk tîne."

El Xuzelî diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li Iraqê bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ne.

El Xuzelî destnîşan kir ku hin aliyên Iraqê di serî de hikumeta PDK'ê, dagirkeriya dewleta Tirk qebûl kiriye got: "Artêşa Tirk a dagirker welatiyan hedef digire, bendên xwe yên kontrolê li Dihokê danîn û serweriya herêmê û ya hikumeta Iraqê binpê kir. Lê wan aliyan ev yek şermezar nekir."

El Xuzelî di axaftina xwe de bal kişand ser lihevkirina ewlehiyê ya dawî ku hikumeta Iraqê di 15ˊê Tebaxê de bi Tirkiyeyê re îmze kiribû, her wiha behsa bandorên wê li ser pêşeroja Iraqê kir.

El Xuzelî da zanîn ku hikumeta Iraqê hewl da wek peymana ewlehiyê ya ku bi Eniya Îslamî ya Îranê re îmze kiribû, bi dewleta Tirk a dagirker re jî îmze bike, lê pirsgirêka di peymanê de ew e ku lihevkirineke aşkera li ser vekişîna tevahî hêzên Tirkiyeyê ji xaka Iraqê çênebû.

El Xuzelî anî ziman ku dê ew yek bibe sedema hebûna Tirkiyeyê li Iraqê û binpêkirina serweriya wê, ji ber ku Tirkiye û Erdogan tenê bi berjewendiyên xwe difikirin.

'TIRKIYE HEWL DIDE BAŞÛRÊ KURDISTAN TEV LI WÎLAYETA XWE YA 81ˊAN BIKE'

Der barê bêdengiya hikumeta Iraqê de El Xuzelî got: "Hikumeta Iraqê bi gelek daxuyaniyan dagirkeriya Tirk şermezar kir û hewl da peymanekê bi Tirkiyeyê re îmze bike, lê belê pirsgirêk ew e ku hikumeta Herêma Kurdistanê bê deng e û dagirkeriyê şermezar nake. Ji wê zêdetir hevkariyê dike û dihêle Tirkiye derbasî parêzgehên bakur bibe. Lê artêşa Iraqê bêyî erêkirina hikumeta Herêma Kurdistanê nikare derbasî van parêzgehan bibe."

El Xuzelî wiha axivî: "Li gorî min pirsgirêk di hikumeta xwecih de ye ku li dijî serweriya hikumeta navendî ye. Dewleta Tirk li ser vê yekê dilîze û ji bo firehkirina timayên xwe vê yekê bi kar tîne. Her wiha li gorî daxuyaniyên dewleta Tirk ew hewl dide Herêma Kurdistanê tev li wîlayetên xwe 81ˊan bike."

(mh)