‘Şoreşa jinan bûye îlhamek’

Endamên rêxistinên jinan diyar kir ku şoreşa jinan a Rojavayê Kurdistanê ji jinên cîhanê û Rojhilata Navîn re bûye îlhamek û got dê têkoşîna li dijî pergalên desthilatdar bidomînin.

‘Şoreşa jinan bûye îlhamek’
27 tebax, 2024   04:10
HESEKÊ

Endamên rêxistinên jinan têkoşîna jinan a li hemberî feraseta baviksalar vegot.

Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo bi bîr xist ku jin ji sedan salan ve li dijî zîhniyeta desthilatdar tê dikoşin û got: "Wekî nimûneya herî li pêş têkoşîna jinên Kurd a ji bo avakirina civakeke azad û demokratîk li Kurdistanê û Rojhilata Navîn e. Şoreşa Rojava ku bi şoreşa jinan tê naskirin, berhema vê têkoşînê ye."

Rîhanê îşaret pê kir ku di Şoreşa Rojava de jin roleke sereke di rêxistinkirin, rêveberî û fermandariyê de dilîzin.

Rîhanê anî ziman ku jinên Rojava bi şoreşa xwe tevahî gotinên ku dibêjin hêza jinan a rêvebirinê nîn e vala derxistin.

Rîhan Loqo anî ziman ku dê asta xebatê bilind bikin, çarçoveya rêxistinbûna jinan û xwe gihandina jinên bindest fireh bikin û asta parastinê bi hêz bikin.

Endama Meclisa Jinan a PYD’ê Şerîfe Hesen destnîşan kir ku jinên Rojavayê Kurdistanê dîroka ezmûnên jinên bindest lêkolîn kir û bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan xwe azad kir.

Şerîfe Hesen da zanîn ku li cîhanê gelek jinan bi felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî" azadiya xwe bi dest xist û wiha dawî li axaftina xwe anî "Ne bes e ku em hew dirûşma Jin, Jiyan, Azadî qîr bikin. Divê em dirûşmê li ser erdê pêk bînin û bikin rêbazekî jiyanê.  Ev tiştekî hêsan nîn in, lê bi xebata domdar a di tevahî qadan; siyasî, leşkerî, îdarî û hwd de pêkan e."

Hevseroka Meclisa PYD’ê ya Kantona Reqayê Feyrûz Xelîl anî ziman ku di dîrokê de jinan bi awayekî veşartî li hemberî zihniyeta mêrê serdest têkoşîn dikir, lê bi Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşîna jinan ji tevahî jinên Rojhilata Navîn û cîhanê re bûye sembol.

Feyrûz bi domdarî got: "Jinan di Şoreşa Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi destê xwe dîrok û mîraseya xwe tomar kirin. sedsala 21’an ji bo tevahî jinên cîhanê mîladeke nû bû. Bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî re êdî kilîta aloziyan li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojhilata Navîn tên dîtin."

Feyrûz Xelîl îşaret pê kir ku destkeftiyên hatine bidestxistin parçeyek biçûn ji mafên jinan e û got, zîhniyeta baviksalar û desthilatdar şerê serketinên ku jinan bi dest xistine dikin, da ku îrade û israra wan bişkînin.

(bb)

ANHA