Li dijî dagirkeriyê banga yekitî û têkoşînê

Welatiyan diyar kirin ku yekitî û têkoşîn rêya yakena ya qedandina dagirkeriya Tirk a li Sûriyeyê ye.

Li dijî dagirkeriyê banga yekitî û têkoşînê
27 tebax, 2024   05:10
MINBIC

Li herêmên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, xwepêşandanên li dijî dagirkeriyê tên li darxistin. Welatiyan destnîşan kirin ku têkoşîn û hevgirtina gel rêya yekane ya bidawîkirina dagirkeriyê ye.

Welatiyê bi navê Ebdulhenan El Hisên ji gundê Til Betal ê bajarê Babê yê dagirkirî ye û koçberî Minbicê bûye got: "Erdê me ji aliyê Tirkiye û çeteyên wê ve dagirkirî ye. Dewleta Tirk mîna ku li Lîwa Îskenderon kiriye dixwaze deverên din ên Sûriyeyî îlhaqî Tirkiyeyê bike."

Ebdulhenan El Hisên piştgiriya xwe bi xwepêşandanên li herêmên dagirkirî yên li dijî siyasetên dewleta Tirk a dagirker  re anî ziman.

Welatiya bi navê Rolyana Mihemed a ji bajarê Efrînê yê dagirkirî da zanîn ku dewleta Tirk sûriyeyî û  aloziya li welatê wan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Her wiha anî ziman ku îdiayên serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û rayedarên hikumeta Tirk ku dibêjin ew destekê didin sûriyeyan derew in.

Rolyana bang li tevahî Sûriyeyan kir ku li hemberî dagirkeriyê yekitiya xwe ava bikin û têkoşînê geş bikin.

Welatiya bi navê Nûr El Şêx a ji bajarê Efrînê yê dagirkirî ji sala 2018’an ve li Minbicê dimîne got, têkoşîna di hemû qadan de rêya yakane ya bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li ser xaka Sûriyeyê ye.

Nûr bang li gelê Sûriyeyê kir ku ezmûna li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mînak bigirin, ji bo bidawîkirina dagirkeriya Tirk jî yekitiya xwe ava bikin û xwe bi rêxistin bikin.

(bb)