’Bêyî derxistina çeteyên dewleta Tirk çareserî ne pêkan e’

şîrovekarekî leşkerî û stratejîk ê ji Lîbyayê Mihemed Terhûnî bal kişand ser  danûstandinên ji bo çareserkirina aloziya Lîbyayê û got, bêyî derxistina milîsên dewleta Tirk û çeteyên wê çareserî ne pêkan e.

’Bêyî derxistina çeteyên dewleta Tirk çareserî ne pêkan e’
7 adar, 2024   09:40
NAVENDA NÛÇEYAN
YEHYA EL HEBÎB

Şîrovekarî leşkerî û stratejîk ê ji Lîbyayê Mihemed Terhûnî got hewldan û danûstandinên ji bo çareserkirina aloziya Lîbyayê bi ser nakevin û wiha domand: "Gelek aliyên ku çareseriyê naxwazin destwerdan kiriye. Koma 5+5 a leşkerî ku ji aliyên lîbyayî û leşkerên girêdayî Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar û aliyekî rojavayî pêk dihat rol lîst. Lihevkirin li ser hin bendan hebûn û pêk hatin. Lê belê hin alî, hîna bi desthilatê ve girêdayî ye. Ez behsa hikumeta Ebdulhemîd El Debîbe dikim ku ti çareseriyan qebûl nake."

Terhûnî destnîşan kir ku astengiyeke din li pêşiya danûstandinan heye, ew jî hebûna Tirkiyeyê ku rê li pêşiya her gavekê digire nemaze ku destwerdanê li kar û barên aborî, malî û siyasî li herêma rojava kiriye û rê nade ku tu lihevkirinek pêk were û rê li pêşiya çareseriya lîbyayî-lîbyayî bigire.

Terhûnî bal kişand ser rewşa herêma rojhilatê Lîbyayê û wiha axivî: "Hinek dixwazin tevliheviyê li wê herêmê çêkin ku niha di aliyê leşkerî de amade ye. Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar heye, saziya leşkerî bi awayekî rasteqîn li wir heye, artêşê perwerde dike û hazir dike. Hikumet jî bi serokatiya Osama Hemmad heye ku avakirinê armanc dike. Me dît çi pêşketin li herêma rojhilat, başûr û hin deverên li herêma rojava çê dibin. Lê mixabin, astengiyek li pêşiya van hewldanan jî heye ew jî çeteyên Tirkiyeyê ne ku ji bo îtiqrarê xira bike anîne welêt."

MILÎS Û ÇETE Û KONGROLA TIRKIYEYÊ

Der barê rewşa li herêma rojava de Terhûnî wiha anî ziman: "Xala din jî ku li pêşiya çareseriyê derdikeve, hebûna milîsan li herêma rojava wek milîsên têkoşîna li dijî terorê ku desteka komên terorîst ên li Misratayê dike, milîsên Ebdulxenî El Keklî jî hene ku li rex komên din ên terorîst tên fînansekirin û roj bi roj binkeftina wan diyar dibe. Li kêleka wê jî gelek pirsgirêkên din hene. Pirî caran me bihîstiye ku şer di navbera aliyên aloziyê de li herêma rojava heye. Milîsên El Redi û gelek milîsên din hene ku bi dîtina çareseriyê re, dê ji holê rabin."

Bi nêrîna Terhûnî madem qad ne lîbyayî-lîbyayî ye wê demê çareserî ne pêkan e û diyar kir ku bi rêya koma 5+5 a leşkerî lihevkirin hebû ku rê di navbera rojhilat û rojava ve bibe û ev bend pêk hat û lihevkirineke din a pevguhertina dîlgirtiyan hebû û ew jî pêk hat, lê Terhûnî bi bîr dixe ku dema mijar bû derxistina çeteyan, hikumeta El Debîbe li dijî wê derket û niha bi hemû hêza xwe hewl dide hevalbenda xwe ya Tirkiyeyê û çeteyên Sûriyeyê razî bike.

Terhûnî wiha pê de çû: "Em behsa derdora 20 hezar çete dikin. Mixabin, metirsî ne tenê li hundirê welêt e lê belê êdî bûye jêdera terorê ji dewletên cîran re. di çend rojên dawîn de me bihîst ku nêzî hezar çeteyên sûriyeyî yên koma Sultan Başa tên hazirkirin ji bo ku wan bişîn Nîjerê da ku tev li şerê li wir bibin. Wê demê aloziya Lîbyayê êdî li ser dewletên cîranê jî bûye xweter e. Madem Tirkiye û çeteyên wê dernakevin, wê demê çareserî pêk nayê."

ÇARESERÎ PÊK NAYÊ MADEM EV ASTENGÎ HENE

Der barê çareseriyê de, Terhûnî got: "Divê aliyên lîbyayî li ser dûrxistina aliyên ku naxwazin hilbijartinê li Lîbyayê pêk werin, li hev bikin. Jilewra ev alî bên dûrxistin û divê niyeteke diyar û bingehîn ji bo lidarxistina hilbijartinan hebe. Madem ev aliyên ku me bi bîr xistine, li pêşiya çareseriyê asteng in wê demê wê alozî li dû hev çê bibin. Wê tonelek tarî hebe ku welat jê dernekeve."

(şx)

ANHA