Şîrketa ʹSûriye ya Balafiriyêʹ bihaya bîlêtan bilind kir

Bêyî ku zehemtiyên welatiyan di ber çavan re derbas bike, hikumeta Şamê bihayê bîlêtên Şîrketa ʹSûriye ya Balafiriyêʹ ji bo rêwiyên xwe yên asîmanî yên di navbera Qamişlo û Şamê de bi rêjeya ji sedî 80ʹê bilind kir.

Şîrketa ʹSûriye ya Balafiriyêʹ bihaya bîlêtan bilind kir
22 îlon, 2024   19:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Şamê bihaya bîletên Şîrketa "Sûriye ya Balafiriyê " ji bo geştên xwe yên asîmanî yên di navbera Qamişlo û Şamê de zêde kir. Berê, her bîlêtek bi 914 hezar lîre bû, niha jî bû mîlyon û 500 hezar lîreyên Sûriyeyê ye.

Şîrketê roja sêşemê ragihandibû ku geştên wê yên asîmanî yên di navbera Qamişlo û Şamê de bi rêjeya yek geştê di hefteyê de ji nû ve hatine destpêkirin.

Rojnameya El Weten a bi ser hikumeta Şamê ve dabû zanîn ku piştî zêdekirina bihayê bîlêtan, şîrketê mûçeyên karmendên xwe (3 hezar û 500 karmend) bi rêjeya ji sedî 100 zêde kirin.

Rojnameyê diyar kiribû ku saktorên taybet mîna "şîrketa Eloma" Rêveberiya Saziya Balafiriyê radest biriye. Hikumeta Şamê saktorên dewletê radestî kesayet û şîrketên taybet ên nêzî daîreyên hikumetê dike, bi wê yekê êşên welatiyên di bingeh de azarên krîzê dikişînin, paşguh dike.

(mh)