Li Lubnanê bi boneya damezrandina PYDʹê çalakî

Rêxistina PYDʹê ya Lubnanê bi boneya salvegera damezrandina xwe ya 21ʹemîn çalakiyek li dar xist.

Li Lubnanê bi boneya damezrandina PYDʹê çalakî
Li Lubnanê bi boneya damezrandina PYDʹê çalakî
Li Lubnanê bi boneya damezrandina PYDʹê çalakî
Li Lubnanê bi boneya damezrandina PYDʹê çalakî
Li Lubnanê bi boneya damezrandina PYDʹê çalakî
22 îlon, 2024   18:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Lubnanê bi boneya salvegera 21ʹemîn a damezrandina xwe çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de bi dehan keç û xortên Kurd ên li Lubnanê û endamên partiyê yên li Lubnanê beşdar bûn.

Destpêkê gelek axaftin hatin kirin û damezrandina PYDʹê pîroz kir.

Axêveran got PYDʹê ji dema damezrandinê ve tevahî pêkhate hembêz kirin, li gorî fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, metoda biratiya gelan û jiyana hevbeş meşî.

Her wiha di axaftinan de hat gotin: "PYDʹê di rewşeke zehmet de li gel komployên li dijî gelê Kurd hat damezrandin, lê karî tevahî astengî derbas bikira."

Her wiha hat diyarkirin ku ji bo qezenzkirina siyaset û xwegihandina bejahiyê pêwîstî bi yekkirinê heye.

Dûre mekanîzmaya xebata Meclisa Jinan a PYDʹê hat xwendin.

Çalakî bi silogana ʹJin, Jiyan, Azadîʹ, ʹŞehîd namirinʹ bi dawî bû.

(fr)