Siyasetmedarê Sûriyeyî: Hikûmeta veguhêz berpirsyara nepêkanîna peymana 10`ê Adarê ye

Siyasetmedarê Sûriyeyî: Hikûmeta veguhêz berpirsyara nepêkanîna peymana 10`ê Adrê ye Siyasetmedarekî Sûriyeyî diyar kir ku hikûmeta veguhêz berpirsyara nepêkanîna peymana 10`ê Adrê ye, ji ber ku ew peyman ne li gorî nêrîna wan a dijî demokratîkbûna welêt e.

Siyasetmedarê Sûriyeyî: Hikûmeta veguhêz berpirsyara nepêkanîna peymana 10`ê Adarê ye
24 kanûn, 2025   07:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Pêkanîna peymana 10`ê Adarê ya di navbera fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî û serokê hikumeta veguhêz Ehmed El Şeri de hatiye îmzekirin, rastî astengiyan tê. Ev jî dihêle ku pirsên li ser sedemên sînordarkirina peymanê bi aliyên wê yên leşkerî û ewlehiyê û paşguhkirina aliyên wê yên siyasî û civakî, zêde bibin, bi taybet ên ku bi pêşeroja pêvajoya siyasî û vegera koçberan ve girêdayî ne.

Der barê mijarê de siyasetmedarê sûriyeyî Ebdulrezaq Hecî Mihemed diyar kir ku pirsgirêk ne tenê girêdayî balkişandina ser aliyê leşkerî û paşguhkirina aliyê siyasî yê peymanê ye. Lê ji wê zêdetir siyaseteke zextê tê bikaranîn, armanca wê ew e ku rewşê bixin bin kontrola xwe û QSD`ê wekî ku erkên pêk nayne, nîşan bidin.

Hecî Mihemed pêvajoya peymanê rexne kir û her du aliyên wê berpirsyar dîtin. Hecî Mihemed rexne li aliyê hikumetê kir ku mijûlbûna bi peymanê re wek mijareke bi tevahî leşkerî, dê encamên xerab bi xwe re bîne, ji ber ev helwest dê bandoreke neyînî li ser derfetên avakirina projeyek demokratîk a domdar a li Sûriyeyê bike.

Hecî Mihemed hikumeta veguhêz wek berpirsyarê herî mezin ê rawestandina pêkanîna bendên peymanê nîşan da, ji ber ku ew peyman li dijî nêrînên hikumetê ye ku nêrînên demokratîk ji bo welêt napejirîne.

Hecî Mihemed rexne li QSD`ê jî kir ku ew jî beşeke berpirsyariyê hildigire û got QSD`ê zû bawerî bi hikumetê anî, berî ku rewşa pêvajoyê zelal bibe. Hecî Mihemed got eger QSD’ê lez nekira dê baştir bibûya.

Hecî Mihemed her wiha destnîşan kir ku ji ber zextên herêmî yên dewletên ku naxwazin QSD bimîne, çi ji hêla siyasî û çi ji hêla leşkerî ve û di serî de Tirkiye, dihêle ku rewşa li Sûriyeyê aloztir bibe.

Hecî Mihemed behsa girîngiya ji nû ve avakirina yekitiya navxweyî li Rojava kir, wekî hêzeke siyasî û leşkerî, her wiha banga yekkirina hêzên demokratîk ên Sûriyeyê kir.

Ebdulrezaq Hecî Mihemed diyar kir ku israra li ser projeya demokratîk û pêkanîna yekitiyê, garantiya rastîn a qonaxa pêş e.

(k)