‘Destwerdana dewleta Tirk projeyên demokrasiyê yên li Sûriyeyê asteng dike’

Rewşenbîr û siyasetmedaran diyar kir ku destwerdanên herêmî yên berdewam ên li Sûriyeyê, bandorê li projeya demokratîk a Sûriyeyê û yekitiya pêkhateyên wê dikin. Her wiha dan zanîn ku destwerdana dewleta Tirki projeyên demokrasiyê yên li Sûriyeyê asteng dike.

‘Destwerdana dewleta Tirk projeyên demokrasiyê yên li Sûriyeyê asteng dike’
24 kanûn, 2025   02:35
HESEKE
BILIND HECÎ

Rewşenbîr û siyasetmedaran li ser polîtîkayên dewleta Tirk û bandorên wan ên li ser pêşeroja Sûriyeyê, bi taybet di vê qonaxa krîtîk a piştî salên şer de, hişyarî dan ku siya xwe diavêje ser çareseriya siyasî û pêkanîna aramiyê.

Endamê Desteya Rêveber a Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê Ebdilwehab Pîranî diyar kir ku têkiliya di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de, demdirêj û tevlihev e hem ji hêla siyasî û hem jî ji hêla aborî ve, ji ber nêzîkbûna wan a erdnîgarî û sînorê hevbeş ê dirêj.

Pîranî destnîşan kir ku sedema bingehîn a hemû krîzên di navbera Sûriyeyê û Tirkiyê de neçareserkirina pirsgirêka Kurd li herêmê ye, û da zanîn kir ku paşguhkirina vê pirsgirêkê egereke sereke ya alozî û bêaramiya berdewam e.

Pîranî diyar kir ku nexşeya siyasî ya Tirkiyeyê li Sûriyeyê zelal bûye, ji ber ku Tirkiye bi berdewamî piştgiriyê dide komên çete da ku xizmeta ajendayên Tirkiyeyê di nav axa Sûriyeyê de bikin.

Pîranî diyar kir ku rewşa heyî ya Sûriyeyê bi awayekî lezgîn hewcedarî aştî û demokrasiyê ye, û hewcedarî avakirina pergalek siyasî ye li ser bingeha destûrek dmokrtîk  piralî, ku ku îradeya aştiyê xurt bike û aboriyê piştî salên şer pêş bixe.

Ebdilwehab Pîranî da zanîn ku modela Rêveberiya Xweser di salên borî de hem jji bo Sûrîyeyiyan û hem ji bo cîhanê isbat kir ku dikare têkiliyên cîrantiya baş bike û pirsgirêkên nakok bi awayekî aştiyane û demokratîk çareser bike.

HINCETÊN DEREW

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê Ezher Ehmed diyar kir ku tiştê ku di qonaxa niha de balkêş e destwerdana eşkere ya Tirkiyeyê di aloziya Sûriyeyê de ye, û da zanîn ku ev destwerdan ji destpêkê ve xwedî karekterek neyînî ye û bi piştgiriya komên çete û hêzên terorîst ên wekî DAIŞ`ê, bi awayekî zelal xwe nîşan daye.

Ehmed diyar kir ku destwerdana Tirkiyeyê li wir nesekiniye, lê bi hêncetên derew, piştî hilweşîna rejîma Esad jî berdewam kiriye. Enqere hîn jî rê li ber rûniştina Sûriyeyan li ser maseya danûstandinan digire û Sûriyeyê wekî parêzgehek di bin kontrola xwe de dibîne.

GUHERTINA ZÎHNIYETÊ

Ehmed da zanîn ku eger hikumeta heyî ya li Şamê zihniyeta xwe û nêzîkatiya xwe ya ji bo birêvebirina rewşa heyî neguherîne, ew ê nikaribe bijî û dê bi pirsgirêkên mezin ên civakî û tevgerên berxwedanê re rû bi rû bimîne.

Ezher Ehmed bal kişand ser girîngiya rûniştina li ser maseya danûstandinan û dûrketina ji bindestiya polîtîkayên Tirkiyeyê.

RASTIYÊN KU NAYÊN VEŞARTIN

Ji rêveberên Meclisa Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk Nûrşan Ferho destnîşan kir ku gefên Tirkiyeyê yên li ser herêmê ne diyardeyeke nû ne, lê rehên wan ên dîrokî hene. Nûrşanê diyar kir ku Tirkiyeyê her gav gef li vê herêmê xwariye, bi yabet piştî şoreşa Rojava û damezirandina Rêveberiya Xweser.

Nûrşanê da zanîn ku Şoreşa Rojava nasnameya Kurdî vejandiye, lê bi zihniyetek demokratîk a ku ji felsefeya rêber Abdullah Ocalan hatiye wergirtin. Wê destnîşan kir ku ev proje ji bo Tirkiyeyê bûye sedema fikaran, lewma ji destpêkê ve li dijî Rêveberiy Xweser, derketiye .

CUDAHIYÊN BINGEHÎN

Nûrşanê diyar kir ku bandorên van polîtîkayan digihîje aliyên ramyarî û siyasî, û diyar kir di hêla têgen û nêrînan de cûdahiyek bingehîn heye. Nûrşan da zanîn ku Rêveberiya Xweser li ser felsefeyek demokratîk ava bûye ku gelên herêmê wekî "pêkhatên gelê Sûriyeyê" dibîne, lê hikumeta veguhêz û Tirkiye van gelan wek "kêmneteweyan" bi nav dikin.

Nurşan Ferho di dawiyê de da zanîn ku Rêveberiya Xweser ji bo birêvebirina herêmê xwe dispêre pirrengiya gelan, lê hikumeta veguhêz û Tirkiye bi rêbazekw navendperest ve girêdayî ne ku ev yek li dijî pêdiviyên avakirina Sûriyeyeke demokratîk û piralî ye.

(k)

ANHA