Nivîskarê Sûriyeyî: Destwerdana Tirkiyê bû sedema komkujiyên li Siwêdayê

Nivîskar û çalakvanê Sûriyeyî diyar kir ku "Tirkiyê ne tenê bandorê li kar û barên hundirîn ên Sûriyeyê dike, lê ew biryara her tiştî dide, eger ne destwerdana dewleta Tirk baya, komkujiyên li Siwêdayê çênedibûn. "

Nivîskarê Sûriyeyî: Destwerdana Tirkiyê bû sedema komkujiyên li Siwêdayê
24 kanûn, 2025   03:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Roja duşemê (22 Kanûn), şandeyeke dewleta Tirk ku ji wezîrê Parastinê û serokê Îstîxbaratê pêk tê, serdansa Şamê kir û bi şandeya hikumeta veguhêz a bi serokatiya Ehmed El Şeri re civiya.

Li gorî çavkaniyan û civîna çapemeniyê ya piştî wê, di vê serdanê de nîqaş li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû û her du aliyan Rêveberiya Xweser tawanbar kir.

Piştî serdanê, rageşiyek li Helebê rû da. Êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin kirin, jinek şehîd bûn û 19 sivîl birîndar bûn, 6 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî birîndar bûn.

RÊBAZA ZEXTÊ... BIRYAR DI DESTÊ ENQERÊ DE YE

Nivîskar û çalakvanê siyasî yê Sûriyeyî Elî Emîn Siwêd diyar kir ku serdana şandeya Tirkiyê, xwedî du peyamên sereke ne; ya yekemîn ew e ku navenda biryardana Sûriyeyê Enqere ye, ne Şam e, ya duyemîn jî ew e ku her rêkeftinek di navbera hikumeta heyî û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) an jî her partiyek din a Sûriyeyê de divê pêşwext erêkirina Tirkiyê hebe.

Siwêd anî ziman ku dewleta Tirk naxwaze tenê bandorê li nava Sûriyeyê bike, lê belê ew dixwaze biryara wê li ser hemû aliyê Sûriyeyê hebe, ew hemû hûrgiliyan diyar bike. Eger destwerdana Tirkiyeyê nebûya, komkujiyên peravê û komkujiyên Siwêdayê pêk nedihatin.

LIHEVHATINA SÛRIYEYÎ NE DI BERJEWENDIYA TIRKIYEYÊ DE YE

Siwêd destnîşan kir ku ne ji berjewendiya dewleta Tirk e ku di navbera QSDˊê û hikumeta niha de rêkeftin çêbibin, heta QSDˊê xwe fesih bike jî. Ew ê hewl bide ku pirsgirêkekê ji bo derxistina rageşiyê li Sûriyeyê derxe da ku hinceta wê hebe li Sûriyeyê bimîne. Lê sedema wê ew e ku parçeyek ji xaka Sûriyeyê bibe.

Nivîskar diyar kir ku Enqere dixwaze artêşa hikumetê, bi piştgiriya artêşa xwe, bikişîne nav pevçûneke leşkerî bi QSD'ê re, da ku ji QSDˊê xelas bibe û piştre bêje ev şerekî Sûriyeyî-Sûriyeyî ye.

HEWLDANÊN TIRKIYÊ JI BO KÛRKIRINA PARÇEBÛNA CIVAKÊ YE

Nivîskar û çalakvanê siyasî yê Sûrî Elî Emîn Siwêd diayr kir ku serdana şandeya Tirkiyê bo Şamê bi rastî jî bi êrişên ji nişka ve yên hêzên hikumetê yên li ser welatiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê girêdayî ye. Lê hêzên hikumetê li hember ezmûn û berxwedana Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li her du taxan têk çûn.

Elî Emîn Siwêd gotinên xwe wiha bi dawî kirin: "Bi dubarekirina van kiryarên dijminatiyê yên bi wekalet li dijî pêkhateyên gelê Sûriyeyê, Tirkiye hêvî dike ku nakokiyên civakî di navbera pêkhateyan de kûrtir bike û rewşa parçebûn û bêaramiyê bidomîne. Tirkiye li benda civaka navneteweyî ye ku jê re bêje destwerdanê li Sûriyeyê bike û vê telheviya ewlehî rawestîne."

(ac/fr)

ANHA