Silêmanî û Koyê ji bo Rojava di nav tevgerê de ne

Xelkên Silêmanî û Koyê bi çalakiyên cûda piştgiriya xwe ya ji bo Rojavayê Kurdistanê didomînin.

Silêmanî û Koyê ji bo Rojava di nav tevgerê de ne
28 ÇILE, 2026   15:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya piştevaniya ji bo Rojavayê Kurdistanê de, li Rêveberiya Perwerdeyê ya Rojhilat a li Silêmaniyê rêze çalakiyên cuda hatin lidarxistin.

SILÊMANÎ

Xwendekaran bi bilindkirin ala başûrê Kurdistanê, cilûbergên Kurdî, gotina sirûda netewî û stranan piştevaniya xwe ji bo berxwedana Rojavayê Kurdistanê ragihandin. Her wiha xwendekaran bi honandina keziyan, beşdarî çalakiya kezî ya li seranserê cîhanê belavbûyî bûn.

Li gel çalakiyên rojane xelkên Silêmaniyê bi navê ‘Kampanya Rojava ji bo Rojava’ li Rêveberiya Perwerdeyê ya Rojava kampanya alîkariyê ji bo xelkê Rojavayê Kurdistanê ku ev demeke dane destpêkin didomînin.

Hate ragihandin ku kampanya di destpêka vê hefteyê de hatiye destpêkirin.

Ev kampanya ji hêla dibistan û xwendekarên me ve bi germî hate pêşwazîkirin. 420 dibistan û 160 hezar xwendekar beşdarî kampanyayê bûnem wê heta roja Înê berdewam bike.

KOYE

Li Peymangha Hunere Ciwanekan ya Koyeyê ya navçeya Hewlêrê jî  bi çalakiyên hunerî piştgirî da Rojavayê Kurdistanê hate kirin.

Di çalakiyan de şano hatin pêşkêşkirin, sîrûd hatin xwendin û xwendevanan dilsoziya xwe ya bi Rojava re anîn ziman.

Çalegeran diyarkirin ku xelkên Rojavayê Kurdistanê şerê şeref û xaka xwe dike, ew ê bi hev re biştgiriyê bidin Rojavayê Kurdistanê.