Silêman Ereb: Divê di komîteya destûrê de pêkhate û nûnerên Rêveberiya Xweser hebin

Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a Giştî ya PYD`ê Silêman Ereb destnîşan kir ku divê ji bo nivîsandina destûra Sûriyeyê ya nû komîteyek ji nûnerên gelê Kurd, pêkhateyên din û nûnerên ji Rêveberiya Xweser bê avakirin. Divê di Sûriyeyê de hebûneke destûrî û qanûnî ya destkeftî û saziyên li herêmê jî hebe.

Silêman Ereb: Divê di komîteya destûrê de pêkhate û nûnerên Rêveberiya Xweser hebin
28 adar, 2026   06:05
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Têkildarî misogerkirina mafên gelê Kurd û pêkhateyan di destûra Sûriyeyê ya nû de hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Silêman Ereb ji me re axivî.

Silêman Ereb bi bîr xist ku piştî hilweşîna rejîma Baasê û guhertinên li Sûriyeyê rû dan, dema danezana destûrî hate derxistin wan bi awayeke fermî ew yek qebûl nekir, naveroka wê gelekî kêm dîtin û xwestin were guhertin. ji bo avakirina Sûriyeyeke nû, niha Sûriyeyê di qonaxeke veguhêz re derbas dibin.

Silêman Ereb di berdewama axaftina xwe de ev yek anî ziman: “Gelek girîng e ku di nava destûra Sûriyeyê ya nû de hebûneke destûrî û qanûnî ya gelê Kurd û pêkhateyan hebe, her wiha hebûna destkeftî û saziyên li herêmê jî hebe.”

Silêman Ereb destnîşan kir ku hevpeymana 29`ê Çileyê ya di navbera hikumeta demkî ya Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) zemîneke bihêz a misogerkirina hebûneke destûrî û qanûnî li Sûriyeyê ye, lê ji bo nivîsandina destûrê pêwîste komîteyeke ji gelê Kurd, pêkhateyan , li gorî hevpeymanê jî hebûna nûnerên Rêveberiya Xweser jî di komîteyê de hebe, were avakirin û got: “Ji bo vê yekê em tekîd dikin ku divê hebûna gelê Kurd wek gelekî li ser xaka xwe li Sûriyeyê bi hezarên salan jiyan kiriye were misogerkirin. Zimanê kurdî zimanekî resen e, pêwîste di nava Sûriyeya nû de bibe zimaneke fermî. Li kêlek zimanê Erebî bibe, zimanê kurdî di dibistan, zanîngeh û peymangehan de bibe zimanê perwerdeyê.”

Silêman Ereb bal kişand ser biryarnameya 13`an a girêdayî mafê gelê Kurd ku ji aliyê hikumeta demkî ve hatiye derxistin û ev yek got: “Mirov dikare bêje gaveke baş e, lê gelekî kêm e jî. Gelek tişt di naveroka wê de hene divê bi awayeke fermî di destûrê de were nivîsandin û qebûlkirin.”

Silêman Ereb da zanîn ku siyaset û kiryarên ku li dijî gelê Kurd dihatin meşandin, yek jê jî Kembera Erebî ya li herêmê. Her wiha mafê gelê Kurd ê ji dest hatiye standin divê bi rêya qanûn û destûrê re li wan bê vegerandin.

Silêman Ereb diyar kir ku ew weke hêzên siyasî û bi taybet weke PYD`ê ji bo hebûna gelê Kurd di aliyê qanûnî û destûrî li Sûriyeyê de, wê têkoşîneke wan a siyasî ya berfireh hebe û got: “Ji bo ku mafê Kurdan di Sûriyeya nû de biparêzin û bidin qebûlkirin, têkoşîneke kurdî ya qanûnî û pisporî ya berfireh pêwîst dike. Divê lêvegereke kurdî bê avakirin, di wê lêvegerê de Kurd bi hev re bi zelalî xwestekên xwe bi desthilata Şamê re parve bikin.”

ANHA