Şêniyên Hemayê: Em heta di malên xwe de jî xwe ewle hîs nakin

Li gundewarên rojhilatê Hemayê ji ber bûyerên diziyê yên li ser zevî, kargeh û sewalan, şênî di nava tirsê de dijîn. Ev yek bûye sedem ku şênî bi şev dernekevin derve. Şêniyan bang li aliyên têkildar kir ku ji bo ewlehiyê berpirsyariyên xwe pêk bînin.

Şêniyên Hemayê: Em heta di malên xwe de jî xwe ewle hîs nakin
28 adar, 2026   03:35
HEMA

Li gundewarên rojhilatê Selemiyê ya nêzîkî Hemayê, bi taybet li gundên Jadoua û Tel El Dura, bûyerên diziya çekdarî zêde dibin.

Nûçegihanê me ragihand ku di 72 saetên borî de li herêmê çend diziyên çekdarî li ser zevî, dikan û kargehên pîşesaziyê hatin kirin. Hate gotin nirxê kel û pelên hatine dizîn bi sed milyonan lîreyê Sûriyeyî ye. Şêniyan destnîşan kir ku ev bûyerên sûc di mehên dawîn de li van gundan dubare bûne.

Li gorî şêniyan, di van bûyeran de atolye û zevî, û her weha ajal û mirîşk hatin dizîn, û ev yek bûye sedema windahiyên darayî yên mezin ku bandor li gelek malbatan kiriye. Her wiha gelek bûyerên diziya kesan jî pêk hatine.

Şêniyekî ku mexdûrê diziyê ye, ji nûçegihanê me re got rewşa ewlehiyê xirab bûye û destnîşan kir ku mirov êdî ji tirsa êrişan newêrin bi şev derkevin derve û got: “Em êdî xwe ewle hîs nakin, heta di malên xwe de jî.”

Şêniyan nerazîbûna xwe ji tedbîrên ewlehiyê yên qels nîşan da û destnîşan kir ku navenda polîsan a herî nêzîk bi qasî 11 kîlometreyan ji gundê wan dûr e. Ev yek dibe sedem ku destwerdana di rewşên awarte de pir caran dereng bimîne yan jî ne gengaz be.

Şêniyan bang li rayedarên têkildar kir ku berpirsyariyên xwe bigirin ser xwe û tekez kirin ku pêkanîna ewlehiyê ji bo aramiya jiyana wan a rojane û berdewamiya çalakiyên çandinî û aborî erkeke bingehîn e.

Şêniyên herêmê hişyarî da ku berdewamiya xirabûna rewşa ewlehiyê dikare bibe sedema bandorên cidî yên aborî li herêmê û banga girtina tedbîrên lezgîn kir.

(k)

ANHA