Şêniyan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga zêdekirina çalakiyan kir

Şêniyên herêma Cizîrê diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin bandor li tenduristiya wî kiriye û banga tedbîrên lezgîn û zêdekirina çalakiyan kir da ku tecrîd bi dawî bibe û azadiya wî ya fîzîkî were pêkanîn.

Şêniyan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga zêdekirina çalakiyan kir
28 adar, 2026   02:35
QAMIŞLO

Bertekên li hember agahiyên dawîn ên der barê tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan, ji ber tecrîda wî ya berdewam li zindana Îmraliyê, berdewam dikin.

Der barê mijarê de Rohat Xelîl diyar kir ku dema dirêj a tecrîdê şopên diyar li ser tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan hiştiye, û destnîşan kir ku ragirtina wî ya berdewam di bin şert û mercan dijwar de tenduristiya wî xirabtir kiriye.

Rohatê diyar kir ku tevî tecrîdê jî, Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna xwe di hundurê girtîgehê de didomîne û hîn jî dikare bandorê li gelê Kurd bike û rêberiya wî bike. Her wiha destnîşan kir ku rêbaza ku wî pêşkêş kiriye bi rêya pirtûk û nameyên wî belav bûye û di nav beşên fireh ên civakê de deng vedaye.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Muhyedîn Hesen tecrîda berdewam a li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku girtina Rêber Abdullah Ocalan niha ji 27 salan derbas bûye. Hesen destnîşan kir ku ev yek binpêkirina qanûnên navneteweyî ye. 

Hesen destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan di salên girtina xwe de gelek bangên ji bo aştî û demokrasiyê kiriye, lê dewleta Tirk bersiv nedaye. Hesen banga zêdekirina têkoşîna gelêrî li seranserê Kurdistanê kir da ku azadiya Ocalan were pêkanîn.

Di dawiyê de Hesen ji hêzên siyasî xwest hewldanên xwe zêde bikin û ji bo sererastkirina qanûnan bixebitin da ku dawî li tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bînin û azadiya wî pêk bînin.

ANHA