‘Silava û Bêrîvan rastiya jinên têkoşker û lêgerên azadiyê temsîl dikin’

Ji fermandarên YPJ`ê Bêrîtan Mihemed got şehîd Silava û şehîd Bêrîvan gihaştin wê qenatê ku têkoşîn beşeke jiyana rojane ye, bi taybet têkoşîna ji bo rizgarkirina jinan û destnîşan kir ku şehîd Silava û şehîd Bêrîvan rastiya jinên têkoşer û lêgerên azadiyê temsîl dikin.

‘Silava û Bêrîvan rastiya jinên têkoşker û lêgerên azadiyê temsîl dikin’
‘Silava û Bêrîvan rastiya jinên têkoşker û lêgerên azadiyê temsîl dikin’
‘Silava û Bêrîvan rastiya jinên têkoşker û lêgerên azadiyê temsîl dikin’
‘Silava û Bêrîvan rastiya jinên têkoşker û lêgerên azadiyê temsîl dikin’
‘Silava û Bêrîvan rastiya jinên têkoşker û lêgerên azadiyê temsîl dikin’
‘Silava û Bêrîvan rastiya jinên têkoşker û lêgerên azadiyê temsîl dikin’
‘Silava û Bêrîvan rastiya jinên têkoşker û lêgerên azadiyê temsîl dikin’
‘Silava û Bêrîvan rastiya jinên têkoşker û lêgerên azadiyê temsîl dikin’
‘Silava û Bêrîvan rastiya jinên têkoşker û lêgerên azadiyê temsîl dikin’
‘Silava û Bêrîvan rastiya jinên têkoşker û lêgerên azadiyê temsîl dikin’
29 gulan 2024   05:06
QAMIŞLO
SILAVA EBDUREHMAN

Ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Bêrîtan Mihemed behsa şehîdên yekemîn ên yekîneyê; şehîd Silava û şehîd Bêrîvan kir ku 28 û 29`ê Gulanê salvegerên şehadeta wan e.

Fermandar Bêrîtan Mihemed destnîşan kir ku şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi şoreşa jinan hate naskirin, ji ber ku jin di tevahî qadan de pêşeng bûn, cihê xwe di birêxistinkirina civakê de girt, roleke sereke di qadên siyasî, civakî, çandî û leşkerî de lîst, tenê ji bo ku xwe û civaka xwe ji gefên derve û hundir biparêze.

Bêrîtan îşaret pê kir ku tevlêbûna jinan di şoreşê de mezin bû û wiha domand: "Em li welatekî ne ku divê ji bo azadiyê yan şer bikin an jî kole bin."

Bêrîtan der barê tevlêbûna jinan di YPJ`ê de jî got: "Bi hezaran jin bi giyanê fedayî tev li yekîneyê bûn. Cihê xwe tê de girt. YPJ deyndara şehîd Silava û şehîd Bêrîvan e ku bi giyanekî nîştimanî yê bilind tê koşiyan û rêya têkoşînê li pêşiya jinên lêgerên azadiyê ronî kir."

Bêrîtan Mihemd wiha domand: "Şehîd Bêrîvan, mînaka fedakariyê ye ku jin mafên xwe bi dest bixin. Ruxmî ku dayîk bû jî lê tev li YPJ`ê bûn. Heta dawiyê û ji bo jiyaneke azad û bi rûmet ji zarok, jinan û gelê xwe re bi dest bixe, tê koşiya."

Fermandar Bêrîtan bi bîr xist ku şehîd Bêrîvan ji 19`ê Tîrmeha 2012`an ve pêşengiya çalakiyên li Rojava dikir.

Her wiha Bêrîtan Mihemed wiha behsa şehîd Silava kir: "Ez û şehîd Silava di heman tugayê de bûn. Tevî birayê xwe tev li hêzên leşkerî bûn ruxmî ku keça malê ya yekane bû. Lê belê tê koşiya û her tim digot; `divê ez li cihê herî dijwar û zehmet be yan jî li vir çi dikim? Divê ez her tim û bê nav ber bixebitim`. Li ser vê esasê şehîd Silava tê koşiya û şehîd bû."

Bêrîtan bi van gotinan şehîd Silava wesifand: "Şehîd Silava, dilşad û ji her kesî ve dihat hezkirin. Xwedî taybetmendiyên şervana şoreşger û têkoşer û mêrxaz bû. Di aliyê rêxistin û bîrdozî de, bi bandor bû."

Bêrîtan destnîşan kir ku şehîd Silava û Bêrîvan nêzî hev bûn, doza rizgarkirina jinan ji bo wan gelek girîng bû, ji bo ku jin nasnameya xwe ya rastîn vegerîne, tê koşiyan û li azadiya jinan geriyan.

ROJA ÇALAKIYÊ

Bêrîtan Mihemed êrişên çeteyên Cebhet El Nusra (Heyet Tehrîr El Şam) a li ser Efrînê û berxwedana YPJ û YPG`ê li hember wê êrişê bi bîr xistin û got: "Ez, şehîd Bêrîvan bi hev re bûn dema çeteyan êriş gundê Basilê yê bajarê Şêrawa yê Efrînê kir. Di wê êrişê de ku 28`ê Gulana 2013`an bû, Bêrîvan şehîd bûn."

Bêrîtan behsa şehadeta Silava jî kir û got: "Silava li eniyên pêş ên gund bû. Dema em ji şer vegeriya, bi çoş bû ku biçe eniyê û şerê çeteyan bike. Ev daxwaza wê ya yekane bû. Bi rastî jî çû eniyê û roja din 29`ê Gulanê li gundê Basilê di şerê li gel çeteyan de şehîd bû."

BANDORA ŞEHADETA HER DU ŞEHÎDAN LI SER YPJ`Ê

Piştî şehadeta Bêrîvan û Silavayê, gelek jin tev li şoreşê bûn. Şehadeta wan bandor li gelê Rojava û jinan kir. Bêrîtan destnîşan kir ku destkeftiyên YPJ`ê di salên şoreşê de bi dest xistine, bi saya fedakarî û giiyanê fedayî yên jinan bû ku li ser şopa Silava û Bêrîvan meşiyan.

Der barê bandora her du şehîdan de Bêrîtan got: "YPJ`ê nû hatibû avakirin. Her du şehîdan, roleke sereke di birêxistinkirina şervanan û perwerdekirina wan de lîst. Gelek jinên ciwan û jin bi wan bandor bûn. Heta ku gelek malbatan navên her duyan li zarokên xwe kirin."

ÇIMA ARTÊŞA JINAN?

Bêrîtan Mihemed bal kişand ser girîngiya artêşa jinan û got: "Ji ber ku xweparastin, bingeha têkbirina xetereyên li ser jinan e û ji bo ku jin bikare xwe û hevalên xwe biparêze, artêşa jinan gelek girîng e. Her wiha artêş, zihniyeta dûrxistina jinan diguhere û ramanên azad li ser bingeha azadiya jinan belav dike."

Bêrîtanê destnîşan kir ku jin heta niha li ser lingan maye ji ber ku li azadiyê digere û ji bo jiyaneke adil jî tê dikoşe û ev li gotinên xwe zêde kir: "Azadî ji bo me, ji av û nan girîngtir e. Destkeftiyên bi saya şehîdan hatine bidestxistin, divê werin parastin. Ji ber wê divê em şopdarên rêya şehîdên xwe bin û xwe bi fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan çek bikin."

Fermandar Bêrîtan îşaret pê kir ku têkoşîna YPJ`ê bûye "têkoşîneke cîhanî" û wiha domand: "Ji bo ku em wan şehîdên mîna Bêrîvan û Silava zindî bihêlin, divê em têkoşînê firehtir bikin, xwe bigihînin tevahî jinan ne tenê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lê belê li cîhanê tev da. Armanca me, avakirina pergaleke adil û demokratîk e ku bingeha wê wekhevî, rêzgirtina ji maf û erkan re, têkbirina pergala desthilatdar a li ser jinan e."

Bêrîtan Mihemed di dawiyê de got: "Divê em têkoşînê mezin bikin. Di jiyanê de ji bo me gelek tiştên girîng ên xwedî wate hene. Ew jî ax û welatê azad in. Bêyî wan mirov nikare bi rûmet bijî."

(şx)

ANHA