Dadgeha Hollandayê biryara berdewamkirina girtina Karakoç da
Dadgehê îro biryara berdewamkirina girtina Serdar Karakoç ê ku li ser daxwaza Eamanyayê li Hollandayê hatibû destgîrkirin, da. Danişîna dadgehê ya Karakoç 20 roj şûnde ye.
![Dadgeha Hollandayê biryara berdewamkirina girtina Karakoç da](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202405/image_870x_66560b03af5ef.jpg)
Kedkarê çapemeniya azad Serdar Karakoç ê di 23’yê Gulanê de ji aliyê polîsên Hollandayê ve li mala xwe hatibû destgîrkirin, îro derxistin pêşberî dadger. Dadgehê biryara berdewamkirina girtina Karakoç da û 20 roj şûnde wê biryar were dayîn.
Serdar Karakoç ê ku bi salan di Çapemeniya Azad de xebitî, di Serdar Karakoç ê ku bi salan e di Çapemeniya Azad de dixebite, di salên 1990'î de nûnerê Îzmîrê yê rojnameya Ozgur Gundemê bû. Her wiha wê demê rêveberê navenda Stenbolê bû û di teqîna 3’yê Kanûna 1994’an a li dijî rojnameya Ozgur Ulkeyê li avahiya rojnameyê bû.
Karakoç 23 sal in li Ewropayê li sirgûnê dijî.