`Em ê li qadên têkoşînê bin heta Rêberê me azad dibe`

Jinan li bajarê Dirbêsiyê biryara desthilata Tirk a li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku ew li qadên têkoşînê bin ta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin.

`Em ê li qadên têkoşînê bin heta Rêberê me azad dibe`
29 gulan, 2024   03:45
HESEKÊ
CAN ILÊWÎ

Jinan li bajarê Dirbêsiyê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û birîna "cezayên dîsplînê" li dijî wî şermezar kirin.

Jina bi navê Hemrîn Omer got: "Dewleta Tirk bi van cezayan dixwaze vîna gelan têk bibe ji bo ku ew dev ji rêgeza Rêber Ocalan berdin. Lê belê ew nikare vîna me bişikîne."

Jina ciwan a bi navê Aye Ebas jî wiha axivî: "Perspeketîfên Rêber Abdullah Ocalan, çareseriya dozên gelê Kurd û gelên herêmê ne."

Aye destnîşan kir ku çawa Rêber Abdullah Ocalan ji gelê xwe bawer kir, gel jî pê bawer dike û dê şopdarê raman û felsefeya wî biin ta ku serkeftinê bi dest bixin.

Jina bi navê Bedîa Erebo jî got: "Rêber Abdullah Ocalan ji bo azadiya gelê xwe û ji bo ku ramanên xwe yên azad li seranserî cîhanê belav bike, tê koşiya. Lê belê bêdengiya hêzên navneteweyî û rêxistinên hiqûqî li hember sûcên li dijî wî tên kirin, ji bo bêdengkirina gelê ku banga azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe dike."

Bedîa wiha domand: "Dewleta Tirk siyaseta çewisandinê dimeşîne. Yên ku banga azadiya gelê xwe dikin digire mîna bi serê Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên doza Kobanê kiriye."

Bedîa bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku bilez tev bigerin ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin ji ber ku tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan tê wateya tecrdîkirina civakê.

Jina bi navê Selma Ebdurehman jî got: "Em ê li qadên têkoşînê bin ta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin."

Dewleta Tirk a dagirker binpêkirina pîvan û qanûnên navneteweyî didomîne. Bi hiceta "cezayên dîsplînê" qedexeya hevdîtinê bi malbat û parêzeran re heta 6 mehên din dirêj kir. Li vê biryarê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûn nîşan da.

(şx)

ANHA