Şikakî: Bingeha şoreşa Rêber Abdullah Ocalan fikrî û civakî ye

Dîroknas û nivîskarê Kurd Ebdullah Şikakî diyar kir ku şoreşa ku Rêber Abdullah Ocalan daye meşandin bingeha wê civakî û fikrî ye, her wiha divê dewleta Tirk rêya aştiyê bingeh bigire.

Şikakî: Bingeha şoreşa Rêber Abdullah Ocalan fikrî û civakî ye
13 sibat, 2025   06:17
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Di ser Kompolya Navnetewî ya ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan hate meşandin re 26 sal derbas dibe. Rêber Abdullah Ocalan di encama kompolyekê de bi destê gelek dewletên cîhanê hate dîlgirtin û radestî dewleta Tirk a dagirker hat kirin.

Der barê vê mijarê de dîroknas û nivîskarê Kurd, Ebdulla Şikakî ji ajansa me re axivî û got: "Di dîroka Kurdisatanê de gelê Kurd rastî gelek kompolyan hatiye."

Şikakî diyar kir ku ev dijminatiya li hember kurdan, divê baş were nirxandin û wiha dom kir: "Ên ku nexşeya Rojhilata Navîn xêz kiriye, xwestine ku her tim hegemoniya xwe li ser wê û bi taybet Kurdistanê ferz bikin. Ev nexşe bi rêya peymana Sykes-Picot hat xêzkirin."

ˋGELÊ KU AŞIQÊ AZADIYÊ YE

Şikakî destnîşan kir ku gelê Kurd aşiqê azadiyê ne û ev li gotinên xwe zêde kirin: "Taybetmendiyê Kurdan ew e ku aşiqê azadiyê ye, bêyî azadiyê nikare bijî. Ev çanda Kurd e û ji xwezaya Kurdistanê hatiye girtin. Kurd ji dewlet û sîstemên dewletan hez nakin. Ji ber ku dewlet bi desthildariya xwe têne naskirin."

Şikakî der barê derbasbûna sedsaliya di ser peymana Sykes-Picot re got: "Tevî ku 100 sal di ser peymanê re derbas bûye, lê dewletên hegemon nahêlin gelê Kurd bigihîne azadiya xwe. Gelê Kurd gelek serhildan li dar xistin ku azadiya xwe bi dest bixin, mîna serhildana Bedirxan Beg, Şêx Seîd û hwd. Di vê dawiyê de tevgera azadiya Kurdistanê ya bi îdeolojiya Rêber Abdullah Ocalan derket. Di bin nûnertiya vê tevgerê de gelê Kurd têkoşîneke mezin dide meşandin û îdeolojiya xwe ya fikrî xurt kir û şoreşa xwe li dar xist."

Şikakî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl da şoreşa ku Rêber Abdullah Ocalan daye meşandin tesfiyek bike û wiha pê de çû: "Armanca dewleta Tirk a dagirker ew bû ku şoreşa ku Rêber Abdullah Ocalan tesfiye bike. Ji lew re bi dewletên ku li Rojhilata Navîn xwedî berjewendî ne têkilî danîn ku Rêber Abdullah Ocalan û şoreşa wî tesfiye bikin. Lê haya Rêbertî ji vê planê hebû û dizanî ku dewleta Sûriyeyê nikare xwe li hember dewletên hegemonîk bigire, ji ber wê ji Sûriyeyê derket. "

DEWLETÊN HEGEMONÎK PLANÊN KOMPLOYÊ DANÎN

Şikakî diyar kir ku dewletên hegemoniya xwe li cîhanê ferz dikin planên komployê li dijî Rêber Abdullah Ocalan daînîn û wiha berdewamî da gotina xwe: "Rêbertî dibêje ˋPlana komployê li Brîtanyayê hat danînˊ. Rêbertî bi xwe jî got ew qebûl nake ku cihê lê maye zor li welatiyên wir were kirin, ji ber wê Sûriyeyê derket."

Dîroknas û nivîskarê Kurd Ebdulla Şikakî der barê hevdîtinên dawîn ên bi Rêber Abdullah Ocalan û banga wî ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan li Rojhilata Navîn de wiha got: "Rêber Abdullah Ocalan têkoşîneke mezin ji bo gel da meşandin. Tevî ku ew niha di girtîgehê de ye, lê dibêje ez li derve me û di nava we de karê xwe dimeşînim. Rêber Abdullah Ocalan dibêjeˋ heya ku ji min were ez ê xizmetî gelê xwe bikim û wî ji zordariyê rizgar bikim.ˊ Rêbertê tu carî ji bo şexsê nexwestiye ku ji zindanê derkeve, dibêjeˋ mayîna min li vir bi xwe têkoşîn eˊ. "

Şikakî di dawiyê de wiha got: "Heger dewleta Tirk a dagirker tengav nebûya, berê xwe nedida Rêber Abdullah Ocalan. Niha hêviyê gelê me heye ku aştî wê pêk were. Ji ber israra vê tevgerê ew e ku li kurdistanê aştî misoger bibe û rêya çareseriyê jî li Îmraliyê ye. Hundirê Tirkiyeyê dikele û baweriya tu kesî jî êdî bi dewletê nemaye, ji lew re dewleta Tirk mecbûre ku rêya aştiyê ji xwe re esas bigire."

(fr)

ANHA