Di nava 26 salan de têkoşîna li dijî Komploya Navneteweyî

Li hemberî Komploya Navneteweyî ku dijî Rêber Abdullah Ocalan 9`ê Cotmeha 1998`an dest pê kir û 15’ê Sibata 1999’an bi radestkirina wî ji dewleta Tirk a dagirker re dom kir, ev 26 sal e têkoşîneke bênavber a navneteweyî tê meşandin.

Di nava 26 salan de têkoşîna li dijî Komploya Navneteweyî
13 sibat, 2025   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Di salvegera 26’an a Komploya 9’ê Cotmehê (Komploya Navneteweyî) ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de me çalakî û pêngavên girîng ên navneteweyî yên li dijî komployê hatine meşandin, bi rêz kirin.

ÎNSIYATÎFA YEKEMÎN

Piştî komployê di qada navneteweyî de ji bo Rêber Abdullah Ocalan yekemîn hewldana mezin di Adara 1999'an de çêbû. Gelek nivîskar, rewşenbîrên ku di nava wan de yên xelata Nobelê girtine jî hebûn, parlamenter, parêzer û rêxistinên sivîl ên ji welatên cuda, Înîsiyatîfa, “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Kurdistanê re Aştî” ava kir. Însiyatîfê di qada navnetewî de hem danasîna fikrên Rêber Abdullah Ocalan kir û li gelek deverên cuda însayatîfên herêmî ava kirin. Di vê çarçoveyê de pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan ji bo zimanên biyanî hatin wergerkirin. Li dijî cezayê darvekirinê xebat hatin meşandin û ji bo vegotina rastiya komployê li gelek deverên cîhanê civîn, semîner û konferans hatin lidarxistin. Însiyatîfa ku kampanyayên îmzeyan jî meşandin, hîn xebatên xwe didomîne.

10 Kanûna 2001`an li zindanên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê girtiyên siyasî “Kampanyaya Xwedîderketin û Parastina Rêbertiyê” dan destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de li zindanan grevên birçîbûnê yên dorveger hatin destpêkirin. Kampanya di demek kin de li Tirkiye û Ewrupayê belav bû û heta 15`ê Sibata 2003`yan de berdewam kir.

ÇALAKIYÊN LI DIJÎ MERCÊN LI ÎMRALIYÊ

Di 1’ê Adara 2007’an de li Romayê parêzerên Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek dan û ragihandin ku miwekîlê wan bi awayekî sîstematîk hatiye jehrîkirin. Piştî daxuyaniyê li çar perçeyên Kurdistanê û Ewrupayê bi dirûşma “Tenduristiya Ocalan tenduristiya me ye” kampanya hat destpêkirin.

Di 11’ê Nîsana 2007’an de 18 çalakvanan li bajarê Strasbourg a Fransayê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Rêber Abdullah Ocalan ji çalakvanan re peyama “Bijîn û wisa li ber xwe bidin” şand. Li ser vê pêyamê çalakî di roja 39’an de hate bidawîkirin.

Sala 2007’an Endama Parlamentoya Ewropayê ya wê demê Feleknas Uca bi 7 parlamenteran re li ser daxwaza rêkirina komeke tenduristiyê ya serbixwe ji Îmraliyê re kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin. Di nav hefteyekê de 103 hezar û 417 îmze hatin komkirin û 11’ê gulana 2007’an radestî Sekreterê Lijneya Rêveber a CPT’yê hatin kirin. Kampanya li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê bi çalakiyên grevên birçîbûnê yên dorveger berdewam kir. Piştî van çalakiyan şandeyeke CPT’yê çû Îmraliyê.

1`ê Gulana 2007`an piştî daxuyaniya parêzerên Rêber Abdullah Ocalan, li Kurdistan û derveyî welat pêngava “Êdî Bes e” hat destpêkirin û bandorek gelekî mezin çêkir.

15ê Kanûna 2007’an bi armanca başkirina mercên tenduristiyên yên Rêber Abdullah Ocalan li Amedê kampanyaya şandina nameyan bi şandina 900 nameyan dest pê kir. Ji gelek bajar û navçeyên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bi sedan kesan ji Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê, Komîsyona Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê (KE) û Rêxistina Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) re name şandin.

23ê Gulana 2009’an dijî ‘ceza’ û lêpirsînên derbarê kesên ku gotina “Birêz Abdullah Ocalan” bikar anîne de hatine vekirin, kampanyaya “Eger bilêvkirina birêz Abdullah Ocalan sûc be, ez jî vî sûcî dikim û giliya xwe dikim” hat destpêkirin. Di nava 48 rojan de 36 hezar kesan daxwazname dan. Di sala 2012’an de gotina “Birêz Ocalan” ji çarçoveya ‘sûç’ hat derxistin.

10 MILYON Û 328 HEZAR Û 623 ÎMZE

Înîsiyatîfa “Ji Ocalan re Azadî” di 6’ê Îlona 2012’an de li paytexta Belçîka Brukselê kampanyaya “Ji Ocalan û hemû girtiyên siyasî re azadî” da destpêkirin. Kampanyaya ku li Ewropa, Tirkiye û Kurdistanê hat meşandin 3 salan dom kir û di encamê de 10 milyon 328 hezar û 623 îmze hatin komkirin. Îmze 13'ê Sibata 2015'an radestî Konseya Ewropayê hatin kirin. Kampanya bû yek ji kampanyayên navnetewî ku herî zêde îmza hatine komkirin.

ÇALAKIYA SENDÎKAYÊN ÎNGILISTANÊ

Di Nîsana 2016’an de Mezintirîn sendîkayên Ingilistanê yên bi navên Unite The Union û GMB kampanyaya “Freedom for Ocalan (Ji bo Ocalan Azadî)” dan destpêkirin. Herî kêm 15 sendîqa tevlî pêngavê bûn.

ÇALAKIYA DEMDIRÊJ

25ê Hezîrana 2012’an bajarê Strasbourg ê Fransayê li qada ku avahiyên Konseya Ewropayê (KE), Parlamentoya Ewropayê (PE), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û CPT lê hene, çalakiya nobetê ya bi navê “Ji bo Abdullah Ocalan Azadî” hate destpêkirin û bi veguhestina koman re heta niha didome.

ÎNSIYATÎFÊN LI ROJHILATA NAVÎN

Înîsiyatîfa Erebî ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi pêşengiya komek rewşenbîrên Misrî di salvegera 22`yan a Komploya 15’ê Sibatê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan hate avakirin.

Di 4’ê Hezîrana 2022`yan de aktîvîstên jin ên ji Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê li paytexta Lubnan Beyrûtê bi civînek çapemeniyê Înîsiyatîfa ji bo Azadiya Ocalan (NUN) ava kirin.

Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) di navbera 11 û 25’ê Nîsana 2023’yan de bi dirûşmeya “Mafê hêviyê ji bo Rêber Abdullah Ocalan” kampanya da destpêkirin. Di encama kampanyayê de jinan bi sedan name ji Neteweyên Yekbûyî (NY) re şandin.

LI 105 NAVENDÊN CÎHANÊ ÇALAKÎ

Platforma Ji Abdullah Ocalan re Azadî Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî di 10’ê Cotmeha 2023`yan de li 74 navendên cîhanê dest bi pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” kir. Pêngav heta niha li 105 navendên cîhanê belav bûye û li çar perçeyên Kurdistanê bi çalakiyên cur bi cur didome.

Girtiyên siyasî yên di zindanên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de 27`ê Mijdara 2023`yan di çarçoveya pêngava 10`ê Cotmehê hatibû destpêkirin de, dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin.

Di Mijdara 2023`yan de li bajarên Bakurên Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û piştgiriya grêvên birçîbûnê yên li zindanan çalakiyên “Nobeta Edaletê” hatin destpêkirin ku heta niha didomin.

Di Mijdara 2023`yan de li bajarên Bakurên Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û piştgiriya grêvên birçîbûnê yên li zindanan çalakiyên “Nobeta Edaletê” hatin destpêkirin ku heta niha didomin.

ÎNSIYATÎFA QANÛNÎ YA EREBÎ YA AZADIYA RÊBER ABDULLAH OCALAN

Komeke parêzerên ji welatên erebî mîna Misir, Lubnan û Urdinê û welatên din ragihand ku ew rewşa Rêber Abdullah Ocalan ji nêzî ve dişopînin û ji ber rewşa wî ya tenduristiyê bi fikar in.

Înîsiyatîfa Erebî ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi daxuyaniyekê ragihand ku ku divê parastina Rêber Abdullah Ocalan bê kirin û ji bo azadiya wî ya fîzîkî xebat bê meşandin.

20’ê Îlonê 2024’an nûnerên 8 rêxistin, hêz û partiyên amazîxî bi daxuyaniyekê Însiyatîfa Amazîxî ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ava kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku însiyatîf dê ji bo nasandina gelê amaxîzî bi feslefeya Rêber Abdullah û pirsgirêka Kurd û azadiya ya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bixebite.

LI DIJÎ KOMPLOYA 9ʹÊ COTMEHÊ KAMPANYAYA HASHTAGÊ HAT DESTPÊKIRIN

The International Solidarity Network (Tora Hevgirtina Navneteweyî) di çarçoveya beşdarbûn û piştgiriya xwe ji kampanyaya navneteweyî ya ʹJi Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserîʹ de hemwextî salvegera 26ʹemîn a destpêka komploya navneteweyî li dijî Rêber Abdullah Ocalan, di 8ˋê Cotmeha 2024ˋan de, kampanyaya hashtagê da destpêkirin.

KAMPANYAYA KOMKIRINA ÎMZEYAN LI AMERÎKAYA LATÎN

Di 14’ê Mijdara 2024’an de li Amerîkaya Latîn gelek sazî, rêxistin û kesayetên navdar ji bo azadiya Rêber Apo bangên azadiyê û kampanyayên cur be cur ragihandin.

Li ser daxwaza gelek sazî, rêxistin û tevgeran ku di nav de nûnerên sendîkayan, tevgerên femînîst û partiyên siyasî jî heyî, di çarçoveya pêngava ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ de pêngava komkirina îmzayan hate despêkirin.

Kampanya bi daxuyaniyek çapemeniyê li Navenda CTA-Autonoma ya li Buenos Aires hate ragihandin. Di daxuyaniyê de hejmareke zêde parlamenter, nûnerên tevgerên jinan, tevgerên civakî û sendîkayan amade bûn. Hemû beşdaran bi awayekî hevbeş daxwaza mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin û bi hezaran îmze hatin komkirin.

MEŞA DIRÊJ A LI FRANSAYÊ

Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re zadî, ji pirsgirêka Kurd re çaresriya siyasî” de meşek hat lidarxistin. Meş di 21’ê Çileyê li Fransayê de hat destpêkirin û wê di 15’ê Sibatê li bajarê Strasbourgê bi dawî bibin. Meşa Dirêj weke temsîlkirina 26 salên rehîngirtina Rêber Apo li 26 bajaran, 26 rojan û bi 26 beşdarvanan hatiye lidarxistin.

Şandeya dîplomasiyê ya ku ji Hevseroka Konseya Civaka Demokratîk a Kurd a Ewropayê (KCDK-E) Zubeyde Zumrut û Hevserokê Federasyona Komeleya Kurd a Fransayê (CDK-F) Şahîn Polat pêk tê, li Lorient dest bi hevdîtinên xwe kir.

23 Çileya 2025 an Komeke rewşenbîr, rojnamevan, nivîskar, hunermend û siyasetmedarên Iraqê bi daxuyaniyekê însiyatîfek ji bo azadiya Ocalan ragihandin.

(fr-bb)