Parêzer: Rewabûna Parlamentoya bi hêza wê ya çavdêrîkirina Serbixwe ve girêdayî ye

Parêzera Sûriyeyî Meys El Rîm diyar ku bandora parlamentoya ku tê payîn dê ne tenê bi avakirina wê ve were destnîşankirin, lê bi hêza wê ya kubelê dê çiqas keribe desthilatên xwe yên qanûnî û çavdêriyê bi awayekî serbixwe pêk bîne. Meys hişyarî da ku nûnertî û beşdariya siyasî ya sînorkirî dikare bandorê li rewabûna wê û rola wê di rêvebirina "qonaxa veguhêz" de bike.

Parêzer: Rewabûna Parlamentoya bi hêza wê ya çavdêrîkirina Serbixwe ve girêdayî ye
7 hezîran, 2026   05:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi nêzîbûna rûniştina yekem a parlamentoya Sûriyeyê (Meclisa Gelê Sûriyeyê) re, 8`ê Hezîranê, rola ku ev sazî dê di qonaxa heyî de bilîze ye ketiye rojevê, bi taybet ji ber ku serokê hikûmeta demkî, Ehmed El Şaraa, hîn navên endamên ku ew ê di nav kotaya xwe ya diyarkirî de destnîşan bike, eşkere nekiriye.

Di vê çarçoveyê de, parêzer û çalakvana mafên mirovan a Sûriyeyê Meys El Rîm ji ajansa me re axivî û diyar kir ku nirxandina parlementoya nû (Meclisa Gel a Sûriyeyê) divê ne tenê bi rêbaza avakirina wê ve sînordar be, lê divê hêza wê ya bikaranîna desthilatên xwe yên qanûndanîn û çavdêriyê bi awayekî serbixwe û bi bandor di qonaxa pêş de jî di nav xwe de bigire.

Meys diyar kir ku prensîba bingehîn di pergalên demokratîk de ew e ku parlemento rewatiya xwe ji hilbijartinên giştî yên azad û rasterast digirin, ji ber ku ev îfadeya herî zelal a îradeya gel temsîl dikin.

Wê zêde kir ku mekanîzmaya "desteyên hilbijartinê" ya ku di avakirina parlementoyê de hatiye pejirandin, heke ev deste rasterast ji hêla welatiyan ve neyên hilbijartin, pêvajoyê nêzîkî modelek hilbijartina nerasterast dike. Her wiha dayîna desthilata tayînkirina sêyeka endaman ji serokê hikûmeta demkî re, beşek girîng a parlementoyê ji desteyek hilbijartî bêtir dişibihe desteyek destnîşankirî.

Derbarê karê parlementoyê de, Meys pêşbîn kir ku parlemento dê destpêkê giranî bide  li ser derxistina zagon û qanûnên têkildarî birêvebirina "qonaxa veguhêz", rêkxistina karê saziyên dewletê, û nîqaşkirina pêşniyarên ku ji hêla hikûmetê ve têne pêşkêş kirin, li şûna ku beşdarî afirandina destpêşxeriyên qanûnî yên serbixwe yên ku ji hundirê saziya zagonsaz bixwe derdikevin.

Meys diyar kir ku ezmûna pratîkî dê diyar bike ka parlemento dê bibe beşdarek çalak di avakirina polîtîkayên giştî û çavdêriya karên hikûmetê de, an jî rola wê dê bibe pejirandina pêşnûmeyên qanûnên ku ji hêla desthilatê ve hatine amadekirin.

Meys hişyar kir ku parlemento dê ji rûniştinên xwe yên yekem ve bi ceribandinek rastîn re rû bi rû bimîne di derbarê haza wê de ku karibe serxwebûna xwe îspat bike û ji weatiyên Sûryeyê re nîşan bide ku dikare nûnertiya berjewendiyên wan ên cihêreng bike.

Meys destnîşan kir ku her hestek di nav beşên berfireh ên civakê de ku ew bi awayekî dadperwer nayên temsîl kirin dikare derî li ber nîqaşek siyasî ya dirêj li ser rewatiya saziya qanûndanînê û rola wê di avakirina siberoja welêt de veke.

Meys El Rîm di dawiyê de got ku serkeftina parlementoyê ne tenê bi hejmara qanûnên ku ew derdixe tê pîvandin, lê belê bi hêza wê ya veguherîna bo platformek siyasî ya berfireh ku çavdêriya desthilata cîbicîkar dike û bi awayekî çalak beşdarî birêvebirina qonaxa veguhêz dibe. Her wiha diyar kir ku ev yek dê baweriya bi saziyên dewletê xurt bike û rê li ber pêvajoyek siyasî ya berfirehtir û aramtir veke.

Li gorî gelek çavkaniyan, hikûmeta demkî ya Sûriyeyê amadekariyan dike ku di 8`ê Hezîranê de, piştî hilbijartina endamên ji Parêzgeha Hesekê, civîna yekem a parlementoya xwe (Meclîsa Gelê Sûriyeyê) li dar bixe.

(k)

ANHA