`Siberoja gelê Kurd bi yekitiyê dê were parastin`

Endamên Ofîsa PYD'ê ya bajarê Dirbêsiyê û rêveberê meclisa bajêr xwestin kongreyeke neteweyî ya kurdî were avakirin û got, siberoja gelê Kurd bi yekitiyê dê were parastin.

`Siberoja gelê Kurd bi yekitiyê dê were parastin`
`Siberoja gelê Kurd bi yekitiyê dê were parastin`
`Siberoja gelê Kurd bi yekitiyê dê were parastin`
`Siberoja gelê Kurd bi yekitiyê dê were parastin`
18 gulan, 2026   04:40
HESEKÊ
CAN ILÊWÎ

Endamên PYD û Meclisa Bajarê Dirbêsiyê der barê girîngiya yekitiya neteweyî ya kurdî de nêrînên xwe anîn ziman.

Rêveberê Ofîsa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ê bajarê Dirbêsiyê Silêman Xelîl diyar kir ku ev pêvajo ji bo gelê Kurd pêvajoya herî hesas û wiha pê de çû: "Di vê pêvajoyê de şer heye û li herêmê guhertin çêdibin. Dibe ku li Rojhilata Navîn gelek guhertin çêbibin. Rêber Abdullah Ocalan banga lidarxistina kongreya neteweyî dike. Di aliyê leşkerî û siyasî de pêdiviya gelê Kurd bi lidarxistina kongreyê neteweyî heye. Eger yekitiya Kurdan çênebe wê bandorek neyinî li mafên gelê Kurd bike."

Ji rêveberê Meclisa bajarê Dirbêsiyê Alan Meîş jî pêvajoya seferberiyê bi bîr xist û got: "Gelê Kurd di pêvajoya seferberiyê de li ser asta cîhanî xwedî yek helwest bûn da ku Rojavayê Kurdistanê biparêzin. Nakokiyên navbera partiyan li pêşiya yekitiyê nabin asteng. Divê lêvegereke kurdî were birêxistinkirin. Yekitiya kurdî têrê dike ku em li hemberî hemû zehmetiyan bisekinin."

Endamê Ofîsa PYD`ê ya bajarê Dirbêsiyê Mihemed Xelef diyar kir ku Rojhilata Navîn di qonaxeke hesas re derbas dibe û guhertinên bi lez çêdibin, lew ra divê rola Kurdan çalaktir be.

Mihemed Xelef anî ziman ku şoreşa Rojava (19`ê Tîrmehê) dengê gelê Kurd gihand civaka navneteweyî û divê hebûna siyasî li ser vê ezmûnê were xurtkirin.

(np)

ANHA