Kovara Soryaz derket

6 ciwanên li Rojavayê Kurdistanê kovara “Soryaz” ku kovareke wêjeyî, çandî û hunerî ye û demsalî ye, derxist. Kovar bi kurdî û erebî weşanê dike. Xebatkarên kovarê dibêjin “Armanca me xurtkirina têkiliyên çandî di navbera miletên herêmê, bi taybet Kurd û Ereban de ye”.

Kovara Soryaz derket
18 gulan, 2026   05:20
QAMIŞLO
BERÎTAN ÎRLAN

Sala 2025’an 6 ciwanên li Rojavayê Kurdistanê biryar da ku kovareke wêjeyî û çandî, bi zimanên kurdî û erebî derxin. Ji beriya ku kovarê derbixin şêwra xwe bi 38 nivîskar, pisporên ziman, lêkolîner, helbestvan, wêjevanên ji Sûriye, Ewropa û welatên Ereb kirin.

1’ê Cotmeha 2025’an kovara Soryaz hat ragihandin û derî ji serlêdana nivîskaran re hat vekirin. Kovara Soryaz kovareke demsalî ye.

Soryaz giyayek e ku li zozanên Kurdistanê çêdibe. Dema bilind dibe gewdê wê sor dibe. Giyayek tamxweş e û di çanda kurdî de cihekî wê heye. Sernivîsê beşa kurdî Hişyar Murad dibêje “Ji ber Soryaz navekî kurdî ye û giyayeke li Kurdistanê çêdibe, hem jî navê Sûriyeyê di nav de heye, me ev nav hilbijart.”

Di 15’ê Adara 2026’an de yekemîn hejmara wê ya demsala biharê hat çapkirin.

Di hejmara yekemîn de hatiye gotin: “Bi armanca xurtkirina têkiliyên çandî di navbera herdu miletên herêmê bi taybet Kurd û Ereban de, her wiha ji bo xurtkirina cewhere wêjeyî û ronakbîrî ya resen, em damezrandina Kovara Soryaz radigihînin.”

Hejmara yekemîn 100 heb hatine çapkirin. Kovar mijarên lêkolînên li ser wêje, çand, huner (helbest, çîrok, sînema, şano, govend û hwd), jin, erdnîgarî û xwezayê pêşkêş dike.

Hişyar Murad diyar dike ku wan kovar di demeke hesas de ku dixwestin şer di navbera Kurd û Ereban de derxin, derxist û ew dixwazin ev kovar bibe pirek di navbera Kurd û Ereban de. Murad got: “Em dikarin bi zimanê kurdî çanda Ereban, bi zimanê erebî çanda Kurdan vebêjin. Ji bo gel baştir hevdû nas bikin. Ji xwe nivîskarên me ji welatên Ereb jî hene.”

Cara yekemîn Weşanên Şilêrê kovara Soryaz vexwend Pêşangeha Pirtûkên Kurdî ku bi boneya Cejna Zimanê Kurdî hatibû vekirin (12-14’ê Gulana 2026’an). Xebatkarên kovarê keyfxweşiya xwe ji bo beşdarbûna pêşangehê anî ziman.

Navnîşana Kovara Soryaz ev e: Email: soryaz2025@gamil.com

WhatsApp: +963 994 712 053

ANHA