Meclisa Jinan a PYD'ê şehîd Kerem El Hemed bi bîr anî

Meclisa Jinan a PYD'ê hedefgirtina konvoya gel a ku berê xwe dabû Bendava Tişrînê, ku di encamê de şehîd û birîndar çêbûn, şermezar kir.

Meclisa Jinan a PYD'ê şehîd Kerem El Hemed bi bîr anî
9 ÇILE, 2025   23:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) der barê êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî konvoya sivîlan a ku berê xwe dabû Bendava Tişrînê de daxuyaniyeke nivîskî da.

Di encama êrişê de di nav de rêvebera Kombûna Jinan a Zenûbiya Kerem El Hemed,  3 sivîl şehîd bûn û 15 sivîl jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de rola Kombûna Jinan a Zenûbiya di avakirina civakê de hat silavkirin û girîngî bi têkoşîna jinan û berxwedana wan hat dayîn.

Di berdewama daxuyaniyê de êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî konvoya gel hat şermezarkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû rêxistinên mafên jinan hat kirin ku helwesta xwe li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bilind bikin.

(mh/fr)

ANHA