Seyrangehan vediguherînin zibilgehan

Gelek kesên ku diçin seyrangehan, baldariyê nîşanî parastina derdorê nadin, li pey xwe gelek  gemarê dihêlin û seyrangehan vediguherînin zibilgehan. Desteya Jingehê hewl dide çanda parastina jîngehê belav bike.

Seyrangehan vediguherînin zibilgehan
Seyrangehan vediguherînin zibilgehan
Seyrangehan vediguherînin zibilgehan
Seyrangehan vediguherînin zibilgehan
Seyrangehan vediguherînin zibilgehan
Seyrangehan vediguherînin zibilgehan
Seyrangehan vediguherînin zibilgehan
Seyrangehan vediguherînin zibilgehan
Seyrangehan vediguherînin zibilgehan
Seyrangehan vediguherînin zibilgehan
17 gulan 2024   08:45
QAMIŞLO
XALID ETÊ

Li Herêma Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, demsala biharê pir kurt derbas dibe û germahiya havînê mirovan mehkûmî malê dike. Lewma di vê dema kurt a buharê de gelek kes diçin seyranê û bêhna xwe didin. Lê dîmena ku li pey xwe dihêlin gelekî nexweş e. 

Yek ji seyrangehên herêmê ku gelek welatî diçin jî gundê Siwêdîk ê girêdayî bajarê Dêrikê ye. Lê kesên diçin seyranê, li dû xwe ji bilî gemar û çopê tiştekî nahêlin.

Cihên komkirina gemarê hatine çêkirin, lê hema bêje tevahiya cihê seyranê di nava çopê (zibil) de hatiye hiştin.

CIHEKÎ PAQIJ NEHIŞTINE

Ji ber gemariya li herêmê hatiye hiştin, cihekî ku welatiyên din biçinê hema bêje nemaye.

Xwendekarê  zanîngehê Dilyar Hebîb jî xwest bi hevalên xwe re biçe Siwêdikê, lê poşman bûye. Dilyar Hebîb got: “Dema em çûn wir, li her derê gemar hebû. Dilê min bi seryargehê şewitî. Wekî ku em çûne sergoyê (zibilgehê).”

Dilyar Hebîb bal kişand ser xetereya belavbûna gemarê û wiha dom kir: "Li ber çavên min çend zarok bi camên şikestî birîndar bûn. Av gemar bûye, di nav de madeyên xetere, mîkrob û bakterî hene.”

Hebîb, da zanîn ku eger wiha dom bike, seyrangeh naamînin û bang li aliyên têkildar kir ku tedbîrên pêwîst bigirin.

ŞÎNKAHÎ NEMAYE  

Li gorî rapora Desteya Jîngehê ku sala borî têkildarî seyrangeh û deverên xwezayî amade kiriye, şînkariya li van deveran ji sedî 50 nemaye.

Rêveberê Ofîsa Şopandina Jîngehî ya Desteya Jîngehê ya Kantona Cizîrê Munzur Silêman têkildarî mijarê ji ANHA’yê re axivî û diyar kir ku di demên dawî de kesên diçin seyranê gemarê li dû xwe dihêlin û daran qut dikin.

Munzur Silêman da zanîn ku li seyrangeha gundê Carodiyê yê Dêrikê jî dar hatine qutkirin.

Munzur Silêman bal kişand ku madeyên wekî plastîk ên li seyrangehan hatine hiştin, ji bo dar, axê, sewal û mirovan jî jehreke kujer e.

HIŞYARIYA JÎNGEHÎ

Munzur Silêman diyar kir ku Desteya Jîngehê bi rêya civînan yan jî belavkirina broşûran şêniyan hişyar dike û dixwaze ku seyrangehan biparêzin. Munzur da zanîn ku ew li rêxistinên civakî re jî hewl didin hişmendiya parastina hawirdorê belav bikin û bang li her kesî kir ku li gorî vê berpirsyariyê tev bigerin.

Silêman desntîşan kir ku Desteya Jîngehê plan dike pergala zabiteyên seyrangehan pêş bixe û got: “Destpêkê wê hişyarî hebe, heke muxalefe dubare bibe dê ceza were birîn.”

(şx/a)

ANHA