Şêxê qebîleya Tey: Nameya Rêber Abdullah Ocalan banga xurtkirina jiyana hevbeş e

Şêxê qebîleya Tey destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl da fîtneyê di navbera Kurd û Ereban de derxe û got: "Nameya Rêber Abdullah Ocalan banga xurtkirina jiyana hevbeş û aştiya civakî û yekrêziya Sûriyeyê ye."

Şêxê qebîleya Tey: Nameya Rêber Abdullah Ocalan banga xurtkirina jiyana hevbeş e
Şêxê qebîleya Tey: Nameya Rêber Abdullah Ocalan banga xurtkirina jiyana hevbeş e
Şêxê qebîleya Tey: Nameya Rêber Abdullah Ocalan banga xurtkirina jiyana hevbeş e
Şêxê qebîleya Tey: Nameya Rêber Abdullah Ocalan banga xurtkirina jiyana hevbeş e
Şêxê qebîleya Tey: Nameya Rêber Abdullah Ocalan banga xurtkirina jiyana hevbeş e
Şêxê qebîleya Tey: Nameya Rêber Abdullah Ocalan banga xurtkirina jiyana hevbeş e
Şêxê qebîleya Tey: Nameya Rêber Abdullah Ocalan banga xurtkirina jiyana hevbeş e
Şêxê qebîleya Tey: Nameya Rêber Abdullah Ocalan banga xurtkirina jiyana hevbeş e
Şêxê qebîleya Tey: Nameya Rêber Abdullah Ocalan banga xurtkirina jiyana hevbeş e
20 îlon, 2025   06:05
QAMIŞLO
SILAVA EBDUREHMAN

Şêxê qebîleya Tey a Ereb li Til Hemîsê Şêx Newaf Ferhan El Nayif El Ebdurehman pêşwaziya şandeya Desteya Rûspiyan û Însiyatîfa Rêber Abdullah Ocalan a ku nameya Rêber Abdullah Ocalan gihandine eşîran, kir.

Şêx El Ebdurehman ji ajansa me re got: "Nameya Rêbertî banga xurtkirina jiyana hevbeş û aştiya civakî ye. Em vê nameyê bi dilekî fireh pêşwazî dikin û em ê li ser yekrêziya Sûriyeyê bixebitin."

TIRKIYEYÊ ŞOREŞ VEGUHAST ŞEREKÎ NETEWEYÎ

Şêx El Ebdurehman destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl da şoreşa Sûriyeyê veguhêze şerekî neteweyî û taîfî û fîtneyê di navbera Ereb û Kurdan de derxe lê ew têk çû û got: "Ereb û Kurd bi sed salan bi hev re jiyan û tu nakokiyên neteweyî di navbera wan de tune ne. Yê ku hewl dide wan nakokiyan derxe girêdayî berjewendiyên ji derve ye."

BANGA JI BO AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER ABDULLAH OCALAN

Şêx Newaf peyamek zelal ji her kesê ku hewl dide bi rêya medyayê nakokiyan derxîne re şand û got, "Em bi her hewldanek ji bo pêkanîna nakokiyan di navbera gelên herêmê de na pejirînin dikin, û em ê bi hev re li dijî her kesê ku dixwaze ewlehî û aramiya vî welatî têk bibe bisekinin. Em welatekî ewle û yekgirtî dixwazin. "

Di dawiya axaftina xwe de, Şêx Newaf bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan, bi taybetî jî Amnesty International, kir ku ji bo azadkirina Rêber Abdullah Ocalan û hemî girtiyên siyasî û şervanên azadiyê destwerdanê bikin.

(mh)

ANHA