Hêzên Îsraîlê derbasî gundewarê Quneytira bû û şivanek girtin

3 erebeyên leşkerî yên artêşa Îsraîlê derbasî gundê Kodina yê Quneytira bû, li gorî Çavdêriya Mavê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) beriya ku vekişin şivanek girtin.

Hêzên Îsraîlê derbasî gundewarê Quneytira bû û şivanek girtin
19 îlon, 2025   19:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku 3 erebeyên leşkerî yên Îsraîlê derbasî gundê Kondina yê gundewarê El Quneytira bûn, beriya ku vekişin ber bi aliyê bargeha Til Ehmer yê rojava şivanek girtin, heta niha jî sedem girtina  wî nayê naskirin.

SOHR`ê destnîşan kir ku ev operasyon di demekê de tê ku li herêma sînor aloziyên berdewam hene, niştecihên li wir ji ber êrişên dubare yên Îsraîlê di nava tirs û fikaran de dijîn.

Li gorî SOHR’ê dewriyeke din a Îsraîlê, ku ji 7 wesayîtan pêk dihat, di destpêka rojê de ber bi gundê Ebdîn ê li herêma hewza Yermûkê li gundewarê rojavayê Derayê ve pêşve çûbû, gihîştibû derdora gundê Koyê û bêyî pevçûnan vekişiya.

(ac)

ANHA