‘Tecrîda li dijî Rêbertî sûcekî siyasî û mirovî ye’

Şêniyên Girkê Legê diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan sûcekî siyasî û exlaqî ye û got rakirina tecrîdê pêdiviyeke mirovî û bingeha pêkanîna aştiyê ye.

‘Tecrîda li dijî Rêbertî sûcekî siyasî û mirovî ye’
20 îlon, 2025   02:35
QAMIŞLO
ROHAT XELEF

Şêniyên bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê der barê tecrîda li ser Rêber Abdullah de Ocalan de axivîn.

Ebduselam Berces ku di salên 1990’î de ramanên Rêber Abdullah Ocalan nas kirine, diyar kir ku berdewama tecrîda girankirî ya ji 25 salan ve li dijî Rêber Abdullah Ocalan hişmendiya dewleta Tirk teşhîr dike. Berces got: “Rêbertî nûnertiya îradeya gelên lêgerên azadî û rûmetê dike, tecrîd  jî tirsa dewleta Tirk ji hêza ramanên wî nîşan dide."

Berces destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ne tecrîda li ser şexsê wî tenê ye, lê projeya wî ya demokratîk dike hedef ku ji gelên herêmê re bûye hêvî û got: "Tirkiye dizane ku projeya Rêber Abdullah Ocalan projeya çareserî û aştiya rasteqîn e, lewre tecrîdê li dijî wî pêk tîne."

Mahsûma Mihemed jî anî ziman ku tecrîd li dijî qanûnên navneteweyî ye û hişmendiya dewleta Tirk a dijbertiya jinan û azadiyê nîşan dide. Mahsûma Mihemed got Rêber Abdullah Ocalan projeya azadiya jinan pêşkêş kiriye û diyar kir ku tecrîda li dijî wî piştrast dike ku Tirkiye ne aştî û ne jî îstiqrara herêmê naxwaze.

Fermez Mihemed jî da zanîn ku pêkanînên li dijî Rêber Abdullah Ocalan sûc in. Her wiha bi bîr xist ku di qanûnên navneteweyî de nabe girtî ji mafê hevdîtina malbat û parêzerên xwe bê par werin hiştin. Fermez Mihemed di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk bi rêya van pêkanînan hewl dide krîza xwe ya navxweyî binixumîne û derxe derve.

Mihemed îşaret pê kir ku Rêber Abdullah Ocalan nexşeya çareseriyê ji pirsgirêkan re pêşkêş kiriye.

Şêniyan da zanîn ku rakirina tecrîdê ne tenê daxwaza gel e, lê pêdiviyeke mirovî ya lezgîn e. Şêniyan bang li civata navneteweyî kir ku erkên xwe yên exlaqî pêk bînin û zextê li Tirkiyeyê bikin ku siyasetên xwe yên dermirovî rawestîne.

(bb)

ANHA