Şêx Xezal Xezal banga parastina navneteweyî kir

Serokê Meclisa Îslamî ya Elewî ya Bilind li Sûriye û Diyasporayê diyar kir ku pêdiviya sekna li dijî sûcên qetilkirin û revandinên ku heta roja îro li perava Sûriyeyê ranewestiyane, bi destwerdaneke navneteweyî ya lezgîn heye ku sivîlan biparêze.

Şêx Xezal Xezal banga parastina navneteweyî kir
9 nîsan, 2025   20:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Hemwextî komkujî, revandin û binpêkirinên li perava Sûriyeyê, Serokê Meclisa Îslamî ya Elewî ya Bilind li Sûriye û Diyasporayê Şêx Xezal Xezal bang li civata navneteweyî kir ku parastina navneteweyî ya sivîlan dabîn bike, lêpirsîneke navneteweyî ya serbixwe veke, rola rêxistinên mirovî yên navneteweyî aktîv bike. Xezal got parastina mirovahiyê, dûrî nijad, ol û neteweyê ne karekî siyasî ye, lê belê erkekî mirovî ye.

Şêx Xezal wiha domand: "Sûc, binpêkirin, kuştin û heqaretkirina li mirovan ku heta roja îro ranewestiyane, bi destwerdaneke navneteweyî ya lezgîn ji bo parastina sivîlan heye, bi taybetî li deverên wêranbûyî."

Şêx Xezal diyar kir ku bi hezaran sivîl û leşker girtî mane û aqûbeta wan hîna ne diyar e û ji ber ku Elewî fikra "teror" û "tundrawiyê" pêk nayên rûbirûyî êrişan in. Şêx Xezal wiha pê de çû: "Ev êş bandorê li beşên berfireh ên civaka Sûriyeyî jî dike, di nav de Kurd, Durzî, Xiristiyan û yên din ku banga aştî, jiyana hevbeş û demokrasiyê dikin."

Şêx Xezal tohmetên li dijî jin, zarok û kalemêran ku bermahiyên rejîmê ne red kirin û got ew pabendî parastina wan e, ne weke helwesteke mezhebî yan jî siyasî ye, lê helwesteke wijdanî, mirovî û berpirsiyariyeke olî û niştîmanî ye.

(fr)