Konseya Ewlekariyê sibe rageşiya Îsraîlê ya li Sûriyeyê nîqaş dike

Konseya Ewlekariyê ya Navneteweyên Yekbûyî sibe civîneke awarte ji bo nîqaşkirina rageşiya Îsraîlê li Sûriyeyê li dar dixe.

Konseya Ewlekariyê sibe rageşiya Îsraîlê ya li Sûriyeyê nîqaş dike
9 nîsan, 2025   21:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxwaza hevbeş a Cezaîr û Somalê ku endamên nedaîm ên konseyê ne, Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî sibe civîneke awarte ji bo nîqaşkirina rageşiya Îsraîlê li Sûriyeyê organîze dike.

Li gorî daxuyaniya şandeya Cezaîrê ya NY’yê, wê civîn saet 14:00’an li gorî dema Greenwich li dar bikeve, ku di demekê de ye ku êrişên li ser xaka Sûriyeyê zêde bûne.

(fr)