Sibe Şandeya Îmraliyê bi Erdogan re hevdîtinê dike

Sirri Sureyya Onder û Pervîn Bûldan wê sibe saet di 13:30’an de bi Erdogan re bicivin.

Sibe Şandeya Îmraliyê bi Erdogan re hevdîtinê dike
9 nîsan, 2025   19:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Cih û saeta ku Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Heyeta Îmralyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) sibê bicivin, diyar bû.

Hate hînbûn ku Sirri Sureyya Onder û Pervîn Bûldan ên ku di Şandeya de cih digirin, sibê saet di 13:30’an de li Kuliyeya Serkomariyê bi Erdogan re bicivin.