Şêx û oldaran banga tevlêbûna Newrozê kir

Şêx û oldarên Hesekê bang li gelê Kurd kir ku bi hejmareke mezin tev li pîrozbahiyên Newrozê bibe.

Şêx û oldaran banga tevlêbûna Newrozê kir
19 adar, 2026   07:40
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Oldar û şêxên bajarê Hesekê girîngiya Newroza îsal ji ajansa me re anîn ziman û bang li tevahiya gelê Kurd kir ku bi hejmareke mezin herin pîrozbahiyên Newrozê. 

Cîgirê hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk Mazin Harûnî anî ziman ku di cewherê îslamê û olên yekxwedayî de avakirin û parastina civakê heye û wiha got: “Di ayetên Quranê de hatiye piştrastkirin ku dewlemendiya navbera gel û neteweyan yek ji pîvanên afirandinê ye. Xwedê mirov wek gel û qebîle afirandin da ku hev binasin. Cudahiya wan li ser karê wan ê baş û qenciya wan dimîne.”

Mazin Harûnî wer wiha got: “Hemû gel û netew sembol, cejn û merasîmên wan ên pîroz hene. Gelê Kurd ê li vê erdnîgariyê dijî ziman, çand, cejn û kevneşopiyên wî hene. Çand û kevneşopiyên wan ji neslekî derbasî neslê dîtir dibe. Cejnên ku hezkirin, rêz û aştiyê navbera civakan de xurt dikin, li gorî pîvanên îslamê karekî exlaqî ne."

Harûnî girîngî da Newroza îsal û wiha got: “Îsal eger bi hejmareke mezin tevlî Newrozê bibin, tê wateya li hemberî zalim û dagirkeran dê li ber xwe bidin. Newroz ji bo gelê Kurd cejneke pîroz e. Hinek netewên dîtir jî Newrozê pîroz dikin. Newroz sembola serkeftina mezlûman li hemberî zaliman e. Di olê de daxwaza serkeftina mezlûman û qebûlnekirina zaliman dikin, ji ber vê yekê Newroz nirxekî ne li dijî ol e. Newroz roja aştî, vejîna mirovahiyê ye û ne li dijî ol an mezheban e.”

Hevserokê Hevgirtina Al El Beyt Şêx Sînan Ehmed Seydûş jî got: “Kurd di cejn û munasebetên xwe de fedakarî û têkoşîna xwe ya ji bo ziman, nasname û mafên xwe bibîr tînin. Em nêzî cejna Newrozê dibin. Newroz li gel Kurdan pîroz e. Xwedê ev maf daye hemû qewm û neteweyan ku nasname û mafên xwe biparêzin. Newroza sala 2026`an piştî fedakariya zarokên Rojava û giştî Kurdistanê tê pêşwazîkirin. Ez hêvî dikim ku Newroza îsal bibe cejna bereket û aştiyê. Kurd li tevahiya Kurdistanê bigihêjin armancên xwe.”

Şêx Sînan di dawiya gotinên xwe bang li gelên herêmê kir û wiha got: “Ez bang li gelên herêmê dikim ku tev li çalakiyên Newroza îsal bibin û girêdana xwe ya bi dozê û serkeftina mezlûman li hemberî zaliman, misoger bikin."

ANHA