8 sal e koçberên Efrîn têkoşîna vegera birûmet dikin

Koçberên Efrînê li hemberî dagirkeriyê serê xwe netewandin. 8 sal e di şert û mercên koçberiyê de li ber xwe didin û dixwazin birûmet vegerin ser xaka xwe.

8 sal e koçberên Efrîn têkoşîna vegera birûmet dikin
19 adar, 2026   06:25
QAMIŞLO
SILAVA ABDUREHMAN

Roja 18`ê Adarê 2018`an dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê Efrîn dagir kirin. Piştî dagirkirinê bi hezaran malbatên Efrînê koçber bûn. Koçberên Efrînê mafên xwe yên vegerê û parastina nasname û çanda xwe dixwazin.

Fexrî Silêman ê ku 4 caran koçber bûye diyar kir ku dagirkeran dixwestin îradeya gel bişkînin û wiha got: "Dijmin nayê tehemulkirin. Bi rêbazên hovane destdirêjî li gelê Efrînê dikirin. Piştî ku em ji Efrîn koçber bûn bi hemû rêbazan zext li gelê Efrîn ê berxwedêr dikirin da ku îradeya wan bişkînin. Dijmin gelê Efrînê biçûk dibîne. Dixwazin ku gel her tim koleyê wan be."

Silêman di berdewama gotinên xwe de anî ziman ku gelê Efrînê piştî Şoreşa Rojava xwe birêxistin kirin û wiha got: "Gelê Efrînê saziyên xwe yên sivîl û xizmetguzarî vekirin û gihîştin mafên xwe yên rêvebirinê. Ji ber vê yekê dagirkirin qebûl nekirin û piştî dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê Efrîn dagir kirin, ew ji Efrîn derketin. Polîtîka înkar û imhakirinê bi sedên salan Ii ser gelê Kurd pêk tînin û wan ji xak û mafên wan mehrûm dikin. Bi dagirkirina Efrînê re nesekinîn, êrişî Şehba, Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û tevahiya Rojava kirin."

Silêman ji bo Şehba jî got: "Piştî em ji Efrîn derketin me ji tunebûnê jiyaneke nû afirand. Me sazî û dibistanên xwe vekirin. Gel xwe birêxistin dikirin û birêve dibirin. Dijmin difikirî ku dema gelê Efrînê ji warê wan koç bikin wê gelê Efrînê zeyîf bibe û radestî wan bibe. Lê belê beravajî vê yekê bû. Dema ku êrîşî Şehba kirin gelê Efrîn berê xwe da Reqa, Tebqa, Kobanê û Cizîrê. Em di şert û mercên koçberiyê yên zehmet re derbas bûn. Gelê Efrînê di hemû pêvajoyan de li ber xwe da. Têdikoşin, xwe birêxistin dikin da ku bi rûmet û serbilind vegerin Efrînê. Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê divê xwe ji gelê Sûriyeyê re isbat bike. Xebatên 15 salan hatin kirin ji bo gelê Sûriyeyê bû. Em parçeyek ji gelê Sûriyeyê ne. Em Kurdên Rojava ne û nabe me ji welat qut bikin."

ˋEM DIXWAZIN BI RÛMET VEGERINˊ

Erîfa Hebeş jî got: "Roja 18`ê Adarê bû 8 sal em ji Efrîn koçber bûne. Ez salên me yên koçberî, zor û zehmetiyê bibîr tînim. Me di 8 salan de li ber xwe da û têkoşîn kir ji bo em birûmet vegerin Efrîn. Em bê hêz û bê moral venagerin Efrîn. Di bin tehdîda çeteyan de em venagerin Efrînê. Em ji Efrînê derketin da ku em ji cîhanê re isbat bikin ku doza me heye. Em ji bo rûmet û doza xwe ji malên xwe derketin. Em 4 caran koçber bûn ji bo em birûmet û serbilindî vegerin."

Erîfa gotinên xwe wiha bi dawî kirin: "Em dixwazin birûmet vegerin, ne weke ku ew li ser me ferz dikin. Zarokên me ev 8 sal e ji xwendinê û mafên zarokatiyê mehrûm bûne. Divê em ji bo siberojê mafên wan ên xwendin û jiyaneke azad garantî bikin."

ˋBERXWEDANÊ DÎROKA ME NIVÎSANDˊ

Xatûn Ehmed Sultan diyar kir ku komkujiyên dewleta Tirk li ser Efrîniyan di mejiyê wan de ne û got: "Roja 18`ê Adarê Efrîn hat dagirkirin. Kiryar û komkujiyên dewlet Tirk li ser Efrîniyan di hişê me de ne. Em tu carî jibîr nakin. Piştî em bi darê zorê ji Efrîn koçber kirin em li Şehba man. Ji Şehba jî em koçberî bajarê Qamişlo bûn. Ev bûye 8 sal em ji ciyekî koçî ciyekî dîtir dibin. Piştî ku rejîma Baas hilweşiya hêviya me ew bû ku em vegerin Efrîn. Lê belê piştî rejîma Baas jî me heman zehmetî dîtin û koçber bûn. Em dixwazin birûmet vegerin. Li Efrînê hîna çete di malên me de ne. Divê çete û malbatên xwe ji malên me derbikevin heyanî em vegerin. Dema ku em vegeriyan divê malên me bidin me."

Xatûn di dawiyê de got: "Gelê Efrîn bi berxwedanê, têkoşînê û bi xwînê dîroka xwe nivîsandin. Li Efrîn, Şehba û Şêxmeqsûd bi hezaran şehîd çêbûn. Dîroka me bi berxwedanê hatiye nivîsandin, em dev ji doza xwe bernadin. Em ê her tim hebin û li ber xwe bidin."

ANHA