Rewşenbîrên Til Temirê: Yekitiya Kurdan dive neyê taloqkirin

Rewşenbîran got yekitiya Kurdan pêdiviyek e ku nabe were taloqkirin û divê partiyên siyasî nakokiyên xwe bidin aliyekî û yekitiya xwe çêkin.

Rewşenbîrên Til Temirê: Yekitiya Kurdan dive neyê taloqkirin
18 sibat, 2026   06:20
HESEKE

Li bajarê Til Temirê rewşenbîr ji ajansa me (ANHA) re axivîn û got di vê pêvajoyê de yekitiya Kurdan şert e û parçebuyîn dê zirareke mezin bide gelê Kurd. 

Îbrahîm Elo diyar kir ku hêzên herêmî parçebuyîna navbera partiyên Kurdan li dijî tecrubeya siyasî û rêveberiyê ya herêmê didin bikaranîn û wiha dewam kir: “Yekitiya Kurdan divê ne di navbera hevdîtinên partiyan de asê bimîne û divê bibe daxwaza hemû gelê Kurd. Ji ber gef û tehdîdên li ser herêmê yekitî pêdiviyek e ku nayê taloqkirin. Deskeftiyên bi salan ên bi fedakariyên mezin çêbûne û tecrubeya demokratîk divê bi yek helwestê were parastin û li Rojava ewlehî baş bibe û aramî çêbe.”

Endama Yekitiya Rewşenbîran a Til Temir Ebîr El Yûnis got: “Em bang li hêzên Kurdan dikin ku nakokiyên partiyan ji bo berjewendiyên giştî bidin aliyekî. Gelê Kurd zana bûye û israr dike bi yekitiya Kurdan re hêviyên wan pêk werin. Di dîrokê de tê dîtin gelê Kurd ji ber parçebûyînê çi qasî ziyan dîtiye û di vê pêvajoyê de ji bo êrişên li ser Rojava têk biçin, yekitiya gelê Kurd çareserî ye.”

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Til Temirê Fewaz Eyo jî nêrînên xwe anî ziman û got: “Neslê niha ji yê berê zanatir e û dixwaze kêmasiyên berê derbas bikin. Ew siberojeke zêdetir ewle û aram dixwazin. Projeya yekbûyîna siyasî ya gelê Kurd li tevahiya Kurdistanê pêdiviyeke siberojê dibînin. Dîrok tenê hinek caran firsemdê dide gelan. Eger hêzên Kurd nakokiyên xwe derbas bikin û li gelê Kurd ê yekitiyê dixwaze guhdar bikin, ev firsenda dîrokî dê bi ser bikeve.”

ANHA